1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji Başûrê Kurdistanê peyama hilbijartinên 1ê Mijdarê
Ji Başûrê Kurdistanê peyama hilbijartinên 1ê Mijdarê

Ji Başûrê Kurdistanê peyama hilbijartinên 1ê Mijdarê

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl got, ew hêvî dike ku di hilbijatinên giştî yê n Tirkiyeyê de parlamenterên kurd serbikevin û bi awayekî herî baş nûneritiya kurdan bike.

A+A-

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Cîgirê  Resûl derbarê hilbijartinên 1ê Mijdarê yên Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û got, ew hêvî dike ku parlamenterên kurd serbikevin û bi awayekî herî baş nûneritiya kurdan bike.

Kosret Resûl di daxuyaniya xwe de sekeftin ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest û wiha got: “Ez hêvî dikim ku HDPê dê dengê xwe zêde bike û dengên wê bibe wesileya aştî, demokrasî û jiyana hevpek ve.”

Resul berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha anî ziman: “Ez dixwazim di hilbijatinan de parlamenterên kurd serbikevin û bi awayekê herî baş nûneritiya gelê me bikin.”
Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berham Salih jî ji Rûdawê re amaje kir ku hilbijartinên 1ê Mijdarê dîrokî ne û got, beşdarbûna HDPê û gelê kurd ji bo bicîkirina demokrasiyê gelekî girîng e.
Berham Salih herwiha anî ziman, heta ku mafên kurd neyên dayîn dê li Rojhilata Navîn demokrasî, azadî û aştî bicih nabe.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.