1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji Almanyayê daxuyaniya Kurdistanê
Ji Almanyayê daxuyaniya Kurdistanê

Ji Almanyayê daxuyaniya Kurdistanê

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ji êrişên Haşdî Şabî yên ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî got: "Piirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi çek çareser nabin."

A+A-

Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Wezîrê Derve Sigmar Gabriel pêwendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye û helwesta Berlînê li ser aloziyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê gihandiye wî.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanyayê de tê gotin: "Wezîrê Derve ji Heyder Ebadî re gotiye ew nakokiyê navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê nîgeraniyeke mezin bo me çê kiriye û nabe ti kes wisa fêm bike ku pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê dê bi rêyên serbazî çareser bibin."

Gabriyel di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Çareserkirina rewşa perîşan a çend rojên bihorî yên Iraqê bi rêya serbazî çareser nabe, aloztirkirina zêdetir a rewşê hemû aliyan lawaz dike, bi taybet jî Iraqê zêdetir ber bi bêîstîqrariyê ve dibe. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin bo rawestandina tevgera serbazî û rêyekê nedin pêş xwe ku bibe sedema zêdetir alozkirina rewşê."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.