1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. JI ALMANYAYÊ BIRYAREKE ECÊB! 6 HIZAR TIRK TÊNE DERÊXISTIN
JI ALMANYAYÊ BIRYAREKE ECÊB! 6 HIZAR TIRK TÊNE DERÊXISTIN

JI ALMANYAYÊ BIRYAREKE ECÊB! 6 HIZAR TIRK TÊNE DERÊXISTIN

Alman gelek serlêdanên ji Tirkiyê hatine kirin Almanyayê red kirin.

A+A-

 

 

Gengeşiya di navbera Almanya û Tirkiyê da dewam dike. Almanyayê biryareke wisa wergirt ku Tirkiye aciz bibe .

 

Ji Tirkiyê 8 Hizar û 457 kesan serlêdana îlticayê kiribun. Almanyayê serlêdana 5 hizar û 40 kesan betal kir. Biryara 6 hizar kesan jî hate wergirtin ku ji Almanyayê bêne derêxistin.

Li gorî nuçeya Rojnameya Tagesspîegel ya Alman gelek serlêdanên ji Tirkiyê hatine kirin Almanyayê red kirin. Rojname dibêje îsal 8 hizar û 457 miracaat ji bo îlticayê hatine kirin lê 5 hizar û 40 ê wan ji aliyê Saziya Penaber û Koçberiya Federal ve hate betal kirin. Sazî dibêje her miracaat cida hate lêkolîn kirin, biryar hate dayîn. Sedemên red kirina îlticayê nehatine gotin.

Li gor agahiyan, roja 31 Tebaxê ya sala 2017 ê ji bo 6 hizar û 784 kesan biryara derêxistinê derkeft. Eyaletên Saksonya û Berlînê miracaata tirkan red kir û ev 6 hizar kes derêxistin û rêkirine Tirkiye yê.Serokê Rêxistina Alîkariya penaberan Pro Asyl got dibe ku di serlêdanên îltîcaya da rewşa Tirkiyê ya niha baş nehatibe nirxandin.

Serokê rêxistinê Burkhardt di daxuyaniya rojnameye Tagesspîegelê da got: Li Tirkiyê hindî ku diçe rewş xirabtir dibe, hewceye ev rewşe hatiba dîtin.

Burkhardt polîtîkaya hikimeta Almanyayê ya di derheqê penaberan da rexne kir û got: Lazime li Tirkiyê rewşe mafên mirovan baş bê ber çav û li gorî hindê biryar bê wergirtin.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

 

 

 

                             

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.