1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Japonê derbarê Rojavayê Kurdistanê de biryarek da
Japonê derbarê Rojavayê Kurdistanê de biryarek da

Japonê derbarê Rojavayê Kurdistanê de biryarek da

A+A-

 Balyozxaneya Japonyê li Şama paytexta Sûriyê ragihand, welatê wan biryar daye 14 milyon dolarên Amerîkî weke alîkariyên mirovî pêşkêşî navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê bike

Balyozxaneya Japonê li Sûriyê aşkere kir, ku hikûmeta Japonê alîkariyek mirovî bo navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê terxan kiriye.

Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Japonê ya li Şamê, hikûmeta Tokyo biryar daye, ku alîkariyek mirovî ya bilez bi qasî 14 milyon dolarên Amerîkî pêşkêşî navçeyên bakurê ropjhilatê Sûriyê bike.

Japonê daye xuyakirin, ew alîkariya 14 milyon dolarî ya bo xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê dê li ser 4 rêxistinên navdewletî bên parvekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji wê alîkariyê 6.2 milyon dolar bo Komîsyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, 2.8 milyon dolar bo UNECIF, 4.6 milyon dolar bo Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û 400 hezar dolar bo Ofîsa Karûbarên Mirovî ye.

Balyozxaneya Japonê li Şamê destnîşan kiriye, dê zêdeyî yek milyon kes li bakurê rojhilatê Sûriyê sûdê ji alîkariya wan bibînin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.