1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îsraîl, li Golanê karê xwe yê şerî dike
Îsraîl, li Golanê karê xwe yê şerî dike

Îsraîl, li Golanê karê xwe yê şerî dike

A+A-


Sepeya-ordîya Îsraîlê bi awayekî nivîskî dîyar kir ku hêzên sepeya-ordîya wan di serî de li ser Girên Golanê, di herêmên bakur ên welêt de bateryeyên fuzeyên Patrîyotê û Sîstema Parastina Quba Hesinî bi cîh dike.

 

Di xuyandinê de li ser tengijîna bi Îranê tê rawestîn û tê gotin ku li hember êrîşên-kiçîmên muḥtemel ên ji bakur werin, ji welatîyên li wan herêman dijîn hatiye gotin ku guh bidin fermanên sepeyê-ordîyê.

Li gora xeberên di çapemenîya Îsraîlê de weşandî, sepeyê-ordîyê gazî eskerên yedek ên hêzên parastina asîmanî û yên bi hêzên parastina enîya hundirî ve girêdayî kiriye ku ew tevlî sepeyê-ordîyê bibin.

DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê), ji bo Girên Golanê welatîyên xwe hişyar kir

Ji alîyê din ve, di heman zemanê vekişîna Donald Trump (Danild Tramp)î ya ji lihevkirina nukleer a Îranê de, Sefareta DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) ya Telavîvê ji ber “tengijîna li herêmê pêk tê” ji welatîyên xwe yên wî welatî re got ew neçin Girên Golanê.

Îsraîl, ji 1967ê ve Girên Golanê yên Sûrîyeyê binpê-îşẍal kiriye. Îsraîl ji 2011ê destpêka şerê hundirî ve dibêje ku car caran ji Girên Golanê roket tên avêtin axa wan û ji ber vî awayî jî êrîşî-kiçîmî cîhên eskerî yên hêzên Ḥîzbullahê û sepeya-ordîya Sûrîyeyê dike.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.