1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îsraîl dest avêt keştîya azadîyê ya Ẍezeyîyan
Îsraîl dest avêt keştîya azadîyê ya Ẍezeyîyan

Îsraîl dest avêt keştîya azadîyê ya Ẍezeyîyan

A+A-

 

 

Hêzên dagîrker dest avêtin “Keştîya Azadîyê-2”yê ya koma ku ji sekûya Ẍezeyê bi rê ketibû.

Efîxay Edẍeîyê berdevkê sepeya-ordîya Îsraîlê di ḥesabê xwe yê çapemenîya civatî de dîyar kir û got “hêzên deryayî yên Îsraîlê ķeleķeķê ji 8 rêwîyan pêkhatî ya ku xwastiye dorpêçê bişikêne rawestandine.

Di dema destdayîna ķeleķê de bûyereke din rû nedaye-neqewimîye û ew hatiye kişandin sekûya Aşdodê.

Dorpêça ji alîyê deryayê ve li ser Ẍezeyê tê pêkanîn bivênevê û ḥiqûqî ye û civata Navneteweyî û NY (Neteweyên Yekbûyî) jî bi caran ji wê re erê kiriye.”

Encûmena Gelê Filistînê ya li Ẍezeyê bi awayekî nivîskî dîyar kir û got ku berpirsîyarîya canê rêwîyan di sitûyê Îsraîlê de ye.

Bessam Munasireyê berdevkî Bizava Neteweyî ya Şikandina Dorpêça Ẍezeyê li sekûyê Ẍezeyê kombûneke çapemenîyê li dar xist û got ku keştî-gemî ji alîyê Hêzên Deryayî yên Îsraîlê ve li 12 mîl dûr hatiye rawestandin-sekinandin.

Eger keştî-gemî nehata girtin, mebesta-hedefa keştîyê-gemîyê şikandina dorpêçê û çûna sekûya Başûrê Qibrisê bû.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.