1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. İŞİD xwe ji bo şerê gerîlla amade
İŞİD xwe ji bo şerê gerîlla amade

İŞİD xwe ji bo şerê gerîlla amade

A+A-

 

Tê gotin ku İŞİD çend meh berê, gelek çekdarên wan bi fermandarên xwe ve, vekişiyane Çiyayê Hemrînê. Çiyayê Hemrînê dikeve ser sînorê navbera Kurdistan û Iraqê û bi xwe Kurdistan e.


 

Berpirsên Kurd û Ereb piştî ku ew çend erd li Iraqê ji destê DAİŞ ê çû, stratejiya xwe guhertine û dixwazin dest bi şerê gerîlla bikin. Eger tişteke weha bikin, ev tê wateya ku wê dagerin ser rêbaza El Qaîde ya berê. Şerê gerilla ew şere ku bi grûbên biçûk êrîşan bikin û dev ji şerê cephe berdin.

Ji herêma Hemrînê mirov dikare here çar eyaletên cihê. Eger bikaribin xwe ji Hemrîn bigihînin 4 eyaletan, ev tê wateya ku Hemrîn dereka stratejîke ku Barzaniyê mezin bi şereke dijwar, berya peymana 11 ê adarê, Hemrînê bidest xistibû.

Berpirsên Kurd gotibûn ku Bexdadî nemiriye û li başûrê Raqqayê hatiye dîtin. Di nava İŞİD ê de, yê ku van herêman baş dizane yek jê Bexdadi ye.

Lahur Talabanî peyamek da ajansa Reuters ê ku mijara terorê baş dizane, di peyamê de got ku difikire û wê rojên zortir li pêşiya wan bin.

Li gor berpirsan; wê İŞİD hewl bide ku kesên sunnî bixin nava tevgera xwe. Hem muxaberatên Saddam Huseyîn yên ku di dema Saddam de wezîfe dikirin, piraniya wan di nava İŞİDê de ne.

Eger İŞİD xwe bike grûbên biçûk û bûyeran pêk bîne, wê encam çawa be? Di vê mijarê de fermandarê hêzên koalîsyonê yê di bin serokatiya Amerîka de, Korgeneral Steve Townsend ji rojnamevanan re, di vê mijarê de weha got:

“ Wê hevkarên me hêzên Iraqê mecbûr bimînin li hember İŞİDê, bi terzên operasyonan ve meşxûl bibin. Em niha hewl didin ku perwerda xwe li gor taktîkên İŞİD ê yên di rojên bê de eyar dikin.”

Di nava berpirsan de, berpirsê bajarê Anbarê Emad Dulaimi dibêje: “Eger hêzên asayîşê kontrola çolê nekin, wê operasyon bikêr neyên.”

Dulami weha dewam dike: “ Weke rêxistin di nava bajaran de tine ne lê êrîşên şexsî dikin. Êrîşên erebeyên bombeyî, yên xwekuştinî dikin. Mirov ditirsin ku İŞİD bi paş ve were.”

Berpirsên Iraqî dibêjin; texmînî li dora 30 çekdarên İŞİD ê, bi qeyîkên ji dar, ji çemê Dîcleyê derbas bûne û piştî êrîşê gundeki kirin, di heman rêyê de, bi paşde çûne.

Siyasetmedarê Kurd, wezîrê karê derve yê berê yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî jî dibêje: “Fikra xelîfetiyê qediya. Xewn qediya” û lê zêde dike:

Wê dagerin ser taktîkên xwe yên berê. Wê êrîşan bikin û birevin.”

 

Peyamakurd

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.