1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îsal ji ber serma û lehiyan zirareke mezin gihîştiye cotkarên Sineyê
Îsal ji ber serma û lehiyan zirareke mezin gihîştiye cotkarên Sineyê

Îsal ji ber serma û lehiyan zirareke mezin gihîştiye cotkarên Sineyê

A+A-

Berpirsekî Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, baran û lehiyên meha yekê ya buhara îsal û herwiha daketina pileyên germiya hewayê zêdetir ji 90 milyar tûmen zirar gihandiye cotkarên vê parêzgehê.

 

Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Saziya Cotkarî ya Parêzgeha Sineyê, Mehdî Fethî ji IRNAyê re ragihandiye ji destpêka buhara îsal ve li vê parêzgehê gelek baran bariye û li çendîn navçe û deveran çend caran lehî rabûne, herwiha di çend rojên bihorî de jî li çend bajar û bajarokan berf bariye û pileyên hewayê daketin, ji ber wê çendê jî zirareke mezin gihîştiye sektora çandiniyê ya parêzgehê.

 

Mehdî Fethî diyar kiriye, cotkarên navçeya Qorweyê zirara herî zêde dîtine û tenê di meha yekê ya buharê de zêdetir ji 20 milyar tûmenan zirar gihîştiye cotkarên wê navçeyê. Bi gotina Fethî, li navçeya Kamyaran zêdetirî 16.6 milyar tûmen, Bîcar 16 milyar tûmen û Sine jî 13 milyar tûmen zirar gihîştiye sektora çandiniyê.

 

Wî rayedarê parêzgeha Sineyê destnîşan kir, îsal 8.3 milayr tûmen di beşa çandiniyê de, 25.7 milyar tûmen di beşa baxdariyê de, 11.5 milyar tûmen di beşa jêrxana çandiniyê de, 2.7 milyar tûmen di beşa xwedîkirina masiyan de û zêdetir ji 50 milyar tûmenan di beşa pezdariyê de zirar gihîştiye vê parêzgehê.

 

Parêzgeha Sine xwediyê 1 milyon û 110 hezar hektar zewiyên çandiniyê ye û yek ji cemserên giring ên sektora çandiniyê li Îranê ye. Sine di berhemanîna genim de li ser asta Îranê di pileyam duyem de cih digire.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.