1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Iraqê termê heciyên xwe li Erebistanê defin nake
Iraqê termê heciyên xwe li Erebistanê defin nake

Iraqê termê heciyên xwe li Erebistanê defin nake

A+A-

Hikûmeta Iraqê ragihand, termê wan heciyên Iraqî yên ku di dema bicîhanîna ferîzeya hecê de mirine, dê li Iraqê bên definkirin.

Her sal di dema bicîhanîna ferîzeya hecê de li Erebistanê, gelek hecî dimirin. Li gorî urfa hecê, yên ku li wir dimirin li wir tên definkirin û termê wan nabin welatên wan.

Lê hikûmeta Iraqê biryar daye heciyên Iraqî yên ku di dema bicîhanîna ferîzeya hecê de li Erebistanê mirine, li Iraqê bên definkirin.

Li gorî amara ku ji aliyê rêveberiya heca Iraqê ve hatiye ragihandin, îsal 10 heciyên Iraqî li Erebistanê mirine.

Îsal du heciyên Herêma Kurdistanê jî li Erebistanê mirin û li wir hatin definkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.