1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Iraqê hêzeke mezin şand ser sînor
Iraqê hêzeke mezin şand ser sînor

Iraqê hêzeke mezin şand ser sînor

A+A-

Rêveberê bajarokê Sîdekanê ragihand, “Hêzeke zêde ya Pasewanên Sînor ên Iraqê hatine sînorê bajarokê Sîdekanê.”

Îhsan Çelebî, Rêveberê bajarokê Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve li parêzgeha Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand ku “di heyama 2 rojên derbasbûyî de hêzeke zêde hatiye sînorê Sîdekanê ku Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê ne û armanca wan pêkanîna 6 cihên serbazî ye li navçeyê.”

Rêveberê bajarokê Sîdekanê behsa wê jî kir, “Her yek ji Qelereş, Berbizîn, Geruya Zîn, Kotî Hacer û Goşîne hatine destnîşankirin ji bo  baregehên serbazî yên hêzên pasewanên sînor, lêbelê li hinek cihan heta niha PKK rêgir e.”

Îhsan Çelebî red kir ku Hêza Pêşmerge ji bo sînor ketibe nav tevgerê û got, “Hêza Iraqî hejmara wan kêmtir ji 500 serbaz dibe ku 10 bo 15 Hemer û bi dehan otomobîlên serbazî ku doşka, BKC û hewan li gel in. Çelebî ragihand ku makîneyên kar jî li gel wan hêzan e ku pê rê çê bikin."

Ev di demekê de ye ku Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê duh piştî nîvro li devera Sîdekanê pasewanên sînor yên Iraqê li gel hejmarek gerîlayên PKKê kirin armanc, di encamê de 2 emîdên Kurd, di hêzên pasewanên Iraqê de, û fermandarekî PKKê jiyana xwe ji dest dan, herwiha du serbazên din jî birîndar bûn.

Bi gotina rayedaran Hêzên Pasevaniya sînor a Iraqê duh Sêşemê 11ê Tebaxê saet 14.45 li navçeya Bradost Hêzên Zêrevanên Sînorî yên ser bi hikûmeta Iraqê ve xwestiye bi gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, lê di dema civînê de, firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê ew bombebaran kirine.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hemberî nerazbîbûna xwe nîşan da û ragihand ku divê gerîlayên PKKê û Tirkiyê şerê xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê bibin.

Serokomariya Iraqê êrişa Tirkiyê şermezar kiribû û ragihandibû ku armancgirtina herêma Sîdekanê weke binpêkirina serweriya xwe dibînin û ew êriş li dijî hiqûqa navnetewî ye.

Herwiha Iraqê Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê vexwend Wezareta Derve û yadaştnameyek radest kir ku tê de daxwaz tê kirin Tirkiye demildest êrişên xwe rawestîne û hêzên vekişîne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.