1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Iraq: Mafê Kerkûkê nîne ti aleke din bilind bike
Iraq: Mafê Kerkûkê nîne ti aleke din bilind bike

Iraq: Mafê Kerkûkê nîne ti aleke din bilind bike

Berdevkê hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî helwesta Bexdayê ya derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê aşkere kir.

A+A-

 

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî dibêje: “Hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê mafê wê yekê nîne ku ji bilî Ala Iraqê ti aleke din bilind bike.” Hedîsî li ser dengoya qutkirina mûçeyên fermanberên Kerkûkê jî got: “Ez agahdar nînim.”

 

Seid Hedîsî beşdarî weşana zindî ya bultena nûçeyan a saet 20:00 a televizyona Rûdawê bû û li ser helwesta Bexdayê ya li hember bilindkirina Ala Iraqê li parêzgeha Kerkûkê axivî.

 

Seid Hedîsî li ser biryara îro ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li wê parêzgehê de got: “Nabe ku ti hikûmeteke xwecihî yên ku ser bi hikûmeta federalî ne, ji bilî Ala Iraqê, ala xwe bilind bikin. Ew yek jî ji 2003ê ve heta niha çênebûye.”

 

Berdevkê Hikûmeta Iraqê derbarê madeya 140 a destûra Iraqê de jî got: “Madeya 140 behsa navçeyên nakokî li ser dike û çarenivîs jî çênabe ku bi aliyekê were diyarkirin û divê karûbar bi rêkevtinê bin û rêkevtin li ser hebe.”

 

Seid Hedîsî destnîşan kir: “Kerkûk ji wan nevçeyan nîne ku ser bi herêmê (Herêma Kurdistanê) be, belku ser bi hikûmeta federalî ye. Hemû mûçe û karûbarên xwe ji hikûmeta federalî werdigre, û mafê wê nîne ku bêyî vegera bo navendê biryareke wiha bide.”

 

Hedîsî tekez kir: “Em hewl didin bi şêweyeke yasayî wê arîşeyê çareser bikin û hikûmeta Iraqê hizir li rêyên çareseriyê bo vê arîşeyê digere û em dê bijardeya xwe hebe.”

 

Li ser pirsyara derbarê qutkirina fermanberên Kerkûkê li hember bilindkirina Ala Kurdistanê li wê parêzgehê de jî, Hedîsî da xuyakirin: “Di rastiyê de min ti zanyariyek nîne û ji xwe amajekirina bi wê çendê ku Kerkûk mûçeyên xwe ji navendê distîne, nîşana wê ye ku Kerkûk girêdayî hikûmeta federal e, her ji ber wê jî divê ji aliyê yasayî ve bi navend were girêdan. Ew mûçeyan ji Bexdayê werdigrin û dibêjin, em ser bi Herêma Kurdistanê ne, ev yek çawan dibe?”

 

Seid Hedîsî da zanîn: “Min ti zanyariyek derbarê birrîna mûçeyên fermanberên Kerkûkê de nîne û ez agahdarê vê pêngavê nînim, eger ku hikûmet cîbicî bike.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.