1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îranê pêngava xwe ya duyem a etomî avêt
Îranê pêngava xwe ya duyem a etomî avêt

Îranê pêngava xwe ya duyem a etomî avêt

A+A-

Berprisên Komara Islamî ya Îranê ragihandin, ku wan pabendbûna xwe bi rêkeftina etomî kêm kir û êdî wan bi awayekî praktîkî dest bi zêdekirina meyandina uraniumê kiriye.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê da xuyakirin ku wan nameyek amade kiriye, da ku wê bidin berpirsa siayseta derv ya Yekîtiya Ewropayê û têde wê hûrgiliyên vê rewşa nû zelal bikin.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Ebas Eraqçî di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê ragihand, Îran li dû parastina rêkeftina etomî ye, lê belê ji ber aliyên ewropî pabendî rêkeftinê û sozên xwe nebûne, Tehranê biryar daye ku beşek ji pabendiyên xwe pêk nehîne.

 

Eraqçî got, ew pêngav û biryarên Îranê, rêkarên siyasî û bi armanca çêkirina baweriyê bi nav kir û tekez kir, pêngava Îranê ya ji bo kêmkirina pabendiyên xwe karekî siyasî ye.

 

Derbarê egera vegera Amerîka bo destpêkirina danûstandinên li gel Îranê de jî, Eraqçî got: “Eger Amerîka dorpêçên li dijî Îranê rake, dikare di danûstandinên Îranê de û di çaçroveya grûpa 4+1 de amade be.”

 

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê, Bêhrûz Kemalwendî jî da xuyakirin ku wan nameyek bo ajansa navdewletî ya enerjiya atomî şandine û ev yek jî anî ziman, ku ew dixwazin bi wan pêngavan pêwîstiyên navxweyî yên Îranê peyda bikin.

 

Bêhrûz Kemalwendî diyar kir, “Tehran vê gavê meyandina ji sedî 5 a uraniyumê cîbicî dike.”

 

Kemalwendî got, “Îran ne amade ye ku bi her nirxekî di rêkeftina etomî de bimîne” û tekez kir, parastina rêkeftina etomî girêdayî reftar û siyaseta hemû aliyan e.

 

Li nav Îranê jî, vê pirsê bandora xwe li ser nerîna welatiyan kiriye, beşek ji welatiyên Îranê piştevaniya biryara hikûmeta welatê xwe dikin û dibêjin, Rêkeftina Etomî pirsgirêkên wan çareser nake.

 

Parêzer, Ferniyan dibêje: “Li gor nerîna min, rewş xerabtir dibe, bi taybetî heger endamên Encûmena Ewlehiya Navdewletî zêdetir li dijî Îranê kar bikin, lê her çawa be, berdewamiya Îranê di rêkeftina etomî de, pirsgirêkan çareser nake.”

 

Herwiha rojnamevan, Xacewî jî dibêje: “Ez dibînim ku Îran karekî baş dike, ji ber ku wê demeke dirêj dabû Ewropa daku bi berpirsiyariya xwe rabe, lê Ewropî bi tenê daxuyaniyan didin û tu karî nakin.”

 

Welatên Ewropa dilgiran in ji ber vê biryara herî dawiyê ya Îranê, ku dest ji çend xalên rêkeftina etomî berdaye, Amerîka jî berî vê pêngava Îranê hişyarî dabû û dest bi ferzkirina çend cezayên nû li dijî Îranê kiribû

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.