1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îranê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê 57 qelayên serbazî ava kirine
Îranê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê 57 qelayên serbazî ava kirine

Îranê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê 57 qelayên serbazî ava kirine

A+A-

Artêşa Îranê li çiyayê Çîxî Derê qelayeke serbazî ava kir û rêyekê jî bo wê deverê çêdike. Çîxî Derê ji zîncîre çiyayê Helgurd e û bilindahiya wî ji asta derya 3611 metre ye û 4 metre ji lûtkeya çiyayê Helgurd bilindtir e. Ev zîncere çiya li herêma gundê Gundejor ê Hacî Omeran e û bi têlbendkirin, avakirina qela û çêkirina rê, bûye sînorê gundê Zêwe yê Pîranşarê. Îranê 57 qelayên serbazî li ser sînorên Başûrê Kurdistanê ava kirine.

Berî niha grûpên çiyager ên Başûrê Kurdistanê serdana lûtkeya wî çiyayê dikirin û niha ketiye nav sînorê welatekî din e.

Çiyager Salar Îsmaîl dibêje, “Ne tenê çiyagerên navxwe, lê bi dehan çiyagerên biyanî jî dihatin û dixwestin bo lûtkeya çiyayê Çîxî Derê geşt bikin, lê herî dawî Îranê dagir kir.”

Bi dirêjiya zêdetir ji 7 kîlometre, Îran ketiye nav axa Başûrê Kurdistanê. Rêveberiya bajarokê Hacî Omeran, nexşeya wan xal û sînorên ku Îran lê hatiye pêş pêk aniye û xalên derbaskirina sînor ji aliyê Îranê ve, diyar kirine.

Rêveberê bajarokê Hacî Omeran Ebdulwehab Mehmûd dibêje, “Ji gelek aliyan ve Îran hatiye pêş û sînor derbas kiriye. Ev jî di encama wê de ye ku sînorekî berfireh ne di bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê û pasewanên sînorî yên Iraqê de ye û Îran jî hatiye lûtkeya çiyayan û qela lê ava kirine.”

Pêdaçûna sînorên di navbera Iraq û Îranê de, mijareke germ a 6 mehên debasbûyî ya pasewanên sînorî yên herdu aliyan bû û îsal 4 civîn li ser vê mijarê hatine kirin.

Berdevkê Oprasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefaxî dibêje, “Ev mijar di navbera du welatan de ye û ne tenê peywendî bi navxweya Iraqê heye. Em çavdêriya hemû wan tiştên rû didin dikin, lê bi piştrastî, erkê giftugoya derbarê vê mijarê de li ser mile Wezareta Derve ye. Berdewam jî kar li ser tê kirin, peywendiyeke berdewam di navbera me de heye.”

Îranê 57 qelayên serbazî li herêmên Pişder, Çoman û Sîdekanê ava kirine. Hejmareke ji wan qelayan dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê, li gundê Wêze yê Çomanîê, 3 qelayên serbazî li nav axa Başûrê Kurdistanê hatine avakirin û bi rêyeke 12 kîlometre jî ku di nav axa Başûrê Kurdistanê re derbas dibe, ew bi hev ve hatine girêdan.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.