1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'

‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'

Li gorî îdîaya rojnameya Cumhuriyetê, Sererkanê Giştî yê Îranê Muhammed Baqirî di serdana xwe ya Enqereyê de daxwaz ji rayedarên Tirkiyeyê kiriye ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin.

A+A-

Li gorî îdîaya rojnameya Cumhuriyetê, Sererkanê Giştî yê Îranê Muhammed Baqirî li Enqereyê ji hevdîtina xwe ya digel hemkarê xwe Hulusî Akar û Serokomar Recep Tayyip Erdogan de daxwaz kiriye ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin, lê rayedarên tirk gotine ‘rewş hestyar e.'

 

Rojnameya Cumhuriyetê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku Herêma Kurdistanê biryar daye ku di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûnê li dar bixe, li hemberî vê biryarê Baqirî jî ji rayedarên tirk daxwaz kiriye ku bi hev re li hemberî referandumê derkevin û nehêlin referandum were encamdan. Lê Enqere ev daxwaza Sererkanê Îranê ji ber ku rewş hestyar e qebûl nekiriye û li pêşberî raya giştî jî daxuyaniyên tund nedaye.

Baqirî li Tirkiyeyê bi hemkarê xwe Hulusî Akar, Serokomar Receb Tayyip Erdogan, Wezîrê Parastinê Nuredîn Caniklî û Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan re hevdîtin pêk anîbû.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.