1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îranê ji ber destpêşxeriya Fransayê du meh muhlet da Ewropayê
Îranê ji ber destpêşxeriya Fransayê du meh muhlet da Ewropayê

Îranê ji ber destpêşxeriya Fransayê du meh muhlet da Ewropayê

A+A-

Îran, ji bo rizgarkirina rêkeftina etomî ya sala 2015an, du mehan dem dide Yekîtiya Ewropayê, lê li aliyekî din, hikûmeta wî welatî ragihandiye, îro yan sibê dê qonaxa sêyem a zêdekirina çalakiyên xwe yên etomî rabigihîne.

Serokomarê Îranê, Hesen Ruhanî, di civîna îro ya civata wezîran a wî welatî de ragihand, “pêştir li ser zêdetir ji 20 babetan nakokî di navbera Tehranê û welatên rojava de hebû, lê niha nakokî tenê li ser sê babetan e û piraniya mijarên ku nakokî li ser hebûn, hatine çareserkirin.”

Ruhanî amaje bi danûstandinên navbera Îran û Fransayê, ji bo rêgirtin ji zêdekirina çalakiyên etomî yên Tehranê kir û diayr kir, hêj ew negihîştine xala dawî û zehmet e ku îro yan sibê ew bigihin rêkeftinê.

Bi gotina Ruhan, Îran dê “qonaxa sêyem a zêdekirina çalakiyên xwe yên etomî bixe warê pratîkê û îro yan sibê dê naveroka wê rabigihîne.”

Li aliyekî din, berpirsên fransî û amerîkî di derbarê destpêşxeriyeke Fransayê de ya ji bo dayîna 15 milyar dolar deyn bi Îranê, gotûbêj kirine.

Fransa dixwaze karekî bike, ku Îran pabendî rêkeftina etomî bimîne, di demekê de ku Amerîka bêtir ji salekê ye ji wê rêkeftinê vekişiyaye. Parîs herwiha bi wê destpêşxeriya xwe hewl dide, ku ewlehiya keştiyên neftî yên li Kendavê û parastina wan ji gefan jî garantî bike.

Wezîrê Darayî yê Fransayê, Bruno Le Maire di vê çaçroveyê de li Waşingtonê li gel hevtayê xwe yê Amerîkayê Steven Mnuchin hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê, wezîrê fransî di twîttekê de gotûbêjên xwe yên bi hevtayê xwe yê amerîkî re wek avaker bi nav kir, lê di peyama xwe ti amaje bi Îranê nekir.

Heta êvara roja Sêşemî 3ê Îlona 2019an, ne berpirsên Amerîkayê û ne berpirsên Fransayê li ser naveroka civîna di derbarê Îranê de, ti gotinek nekirin, lê belê senatorekî Komarî, Ted Cruz ku wek piştevanîkerekî bihêz ê Serokê Amerîkayê, Donald Trump tê naskirin, dijatiya xwe li hember destpêşxeriya Parîsê nîşan da.

Ted Cruz ragihand: “Wezîrê Darayî yê Fransayê hatiye û li gel Wezîrê Xizînedariyê, Steven Mnuchen, pêşniyara planekê dike, ku 15 milyar dolaran dide Ayetullah Xaminêyî (rêberê bilind ê Îranê), mixabin li Waşingtonê gelek raport dibêjin, renge rêveberiya Trump were xapandin û vê destpêşxeriyê qebûl bike.”

Fransa dibêje, dayîna wî pereyî bi Îranê ji aliyê Ewropayê, girêdayî razîbûna rêveberiya Trump e.

Lêkolerê bilind ê Peymangeha Hudson, Tomas Dusterburg behsa xirabiya vê pêngavê dike û dibêje: “Ewropî ewqas ji serok Trump aciz in û bi qasekî weberhênan li Îranê kiriye, bazirganiyê li gel dikin, lewma jî dê şaşiyeke mezin be, eger ew destpêşxerî bê qebûlkirin.”

Lê belê li şûna ku li hember Îranê, helwesta xwe nerm bike, rêveberiya Trump roja bihorî 3ê Îlonê cezayên nû xiste ser bernameya fezayî ya Îranê. Waşington dibêje, Îran dikare ji wê bernameyê bo çêkirina mûşekên balistîk sûdê bibîne, ku dikare bibe metirsiyeke ciddî bo ser ewlehiya Amerîkayê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.