1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îranê bersiva Trump da
Îranê bersiva Trump da

Îranê bersiva Trump da

A+A-

Wezîrê Derve yê Îranê bersiva Trump da û got, di egera derketina şerekê de Îranê mafê xweparastinê heye.

Mihememed Cewad Zerîf, Wezîrê Derve yê Îranê, li hejmara xwe ya twîtterê bersiva Donald Trump, Serokê Amerîkayê da.

Wezîrê Derve yê Îranê di wê twîtta xwe de, hişyarî da Amerîkayê û amaje bi wê kir, “eger şer li dijî Îranê bifiroşin, em dê xwe biparêzin û dersekê bidin Amerîkayê.”

Cewad Zerîf, amaje bi wê jî kir, kes nikare bi milyonan hêzên kirêgirtî hebin, ew hêz jî ku berevaniyê li Îranê dikin û ne Îranî ne, weke dostê Îranê tên binavkirin, ne weke hêzên biwekalet ên Îranê.

Wezîrê Derve yê Îranê hişyarî da Amerîkayê û got, “Îran ti caran dest bi şer nake, lêbelê berevaniyê li xwe dike û ew ên ku destpêşxeriya şer dikin, dersa wan pê digihîne.”

Pêştir Serokê Amerîkayê, di twîtekê de ragihandibû, li gor zanyariyên wan, Îran û grûpên ser bi wî welatî ve, plan heye bo êrişkirina ser hêzên Amerîkî li Iraqê.

Serokê Amerîkayê Îran bi tundî hişyar kiribû û ragihandibû, Îran û hêzên wê yên kirêgirtî êrişî serbazên Amerîkî bikin, dê baceke giran bidin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.