1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îranê 296 kesên din bi koronayê ketin
Îranê 296 kesên din bi koronayê ketin

Îranê 296 kesên din bi koronayê ketin

A+A-

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hejmara kesên ji ber vîrusa Coronayê ya cureya nû (Covid-19)  di heyam 24 saetên dawîn de 296 mirin û hejmara giştî ya qurbaniyê Covid-19ê gihîşt 32 hezar û 616 kesan.055-006.png

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Sîma Sedat Larî ragihand ku ji ber Covîd-19ê di 24 saetên dawîn de 296 kes mirin û 6 hezar û 191 kes jî bi vîrusê ketin.

Sîma Sedat Larî got ku bi wî awayî hejmara qurbaniyên Covid-19ê bot 32 hezar û 616 kesan zêde bû û hejmara pêketiyan jî gihîşt 568 hezar û 896an.

Larî da zanînr ku rewşa 4 hezar û 969 pêketiyan giran e, heta niha 455 hezar û 54 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê herwiha destnîşan kir ku li wî welatî heta niha 4 milyon û 719 hezar û 587 test hatine kirin. 

Di heman demê de Larî eşkere kir ku li Îranê 31 eyalet jî di nav herêmên “xeternak” û “sor” de ne.

Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan li Tehrana û eyaletên Qûm, Qezwîn û Elburzê dîsa dest bi sînordarkirinan kiribûn.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.