1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îran û Amerîka ji bo alûgoriya zindaniyan gotûbêjê dikin
Îran û Amerîka ji bo alûgoriya zindaniyan gotûbêjê dikin

Îran û Amerîka ji bo alûgoriya zindaniyan gotûbêjê dikin

A+A-

 Îran û Amerîka ji bo alûgoriya zindaniyan di gotûbêjê de ne û Berdevkê Hikûemta Îranê jî ragihandiye, ew amade ne tevahiya zindaniyên siyasî li gel zindaniyên Îranî biguherin û Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî dibêje, ew şev û roj dixebitin daku zindaniyên Amerîkî yên li Îranê vegerînin welat.

Şemiya bihorî, Robert Molî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Îranê, ji medyaya welatê xwe re ragihand, Joe Biden li ser wê yekê rijd e, ku divê ew Amerîkiyên li Îranê girtî ne, hemû bi hev re bêne azadkirin, û gotûbêjên di wê derbarê de di pêşketinê de ne.

Rojekê piştî wê yekê, Berdevkê Hikûmeta Îranê piştrast kir ku gotûbêj ji bo alûgoriya zindaniyan ligel Waşingtonê berdewam in, û Tehran jî daxwaz dike hemû zindaniyên Îranî ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wê ve bêne azadkirin.

Berdevkê hikûmeta Îranê, Elî Rebîî dibêje: “Komara Îslamî ya Îranê bi niyaza mirovdostane, amade ye hemû zindaniyên siyasî ligel zindaniyên Îranî biguhere, mebesta min hemû ew zindaniyên ku li seranserê cîhanê bi ferman û daxwaza Amerîkayê hatine girtin. Em hemû wan zindaniyên Îranî weke girtiyên Amerîkayê dihejmêrin.”

Çar welatiyên Amerîkî, li zindanên Îranê ne, û bi kêmanî 13 welatiyên Îranî jî, li Amerîkayê girtî ne.

Hewl ji bo alûgoriya zindaniyan di demekê de ne, ku herdu welat, bi beşdariya welatên zilhêz ên cîhanê, li Vyênnayê hewl didin Rêkeftina Etomî ya sala 2015an zindî bikin, ku yek ji bendên gunherîna zindaniyan bû.

Lê Ned Price, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, alûgoriya zindaniyan li derveyî çarçoveya gotûbêjên Viyênnayê birêve diçin.

Ned Price dibêje, “Em bi şev û rojê kar dikin ji bo ku ew girtiyên Amerîkî vegerînnin malê. Herwiha em ligel hevpeymanên xwe jî kar dikin ku hejmareke gelek ji wan welatiyan bi awayekî heremekî û nerewa ji aliyê hikûmeta Îranê ve, hatine girtin.”

Pêwendiyên dîplomasî yên Îran û Amerîkayê, ji sala 1979an ve ligel hev nemane, û di dema serokatiya Trump de jî aloziyên navbera wan zêdetir bûn.

Cara dawî, ku wan herdu welatan zindaniyên xwe alûgor kirin, Hezîrana sala par bû, dema Amerîkayê zanayekî Îranî azad kir û li beramber wî jî, Tehranê efserekî Hêzên Deryayî yên Amerîkayê berda.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.