1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îran termên qurbaniyên firokeya Ukraynî radestî welatên wan dike
Îran termên qurbaniyên firokeya Ukraynî radestî welatên wan dike

Îran termên qurbaniyên firokeya Ukraynî radestî welatên wan dike

A+A-

 Îran termên qurbaniyên firokeya Ukraynî radestî welatên wan dike û di vê çarçoveyê de îro termên 11 kesan radestî Ukraynayê kir. Li aliyekê din, Îran poşman bûye ji biryara radestkirina sindoqên reş yên balefiran Ukranî û dudilî pêve diyar e.

Tevî ku Serokwezîrê Keneda bihêvî ye Îran wan sindoqan bişîne Fransayê, lê bepirsên lêkolîna li xistina balefira Ukraynî ragihandiye, di plana Îranê de nîne û hîna biryara dawî nedaye.

Îro termê 11 hemwelatiyên Ukraynî bo welatê wan hatin şandin û bi merasîmekê ku Serokomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskey jî beşdar bû, rêz li 9 karmendên balafirê û 2 welatiyan hat girtin.

Ji bilî Serok, serokwezîr û berpirsên payebilind ên Ukraynayê li Kiyeva paytext beşdarî merasima pêşwaziya li termê wan 11 qurbaniyên balafirê bûn ku roja 8ê Çile li esmanê Tehranê bi mûşekeke Îranî ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat têkşikandin.

Ji wê roja ku firokeya Ukraynayî bi 176 rêwingiyan ket xwarê, Serokwezîrê Kenedayê berdewam zanyariyan dide welatiyên xwe, ji ber 63 rêwingiyên nav firokeyê Kenedî bûn.

Justin Trudeau, tekez dike ku her malbateke qurbaniyan bi 25 hezar dolar tên qerebûkirin û daxwazê jî Îranê dike ku qotiya reş radestî Fransayê bike bo lêkolînên zêdetir.

Trudeau dibêje: “Ew asta pisporiya teknîkî ya Îranê nîne û ew alavên pêwîst jî li ber destê wê nînin daku bikaribe wan zerarên gehiştine qotiya reş bilez eşkere bike. Tenê çend cih li cîhanê hene ku dikarin. Fransa yek ji wan labaratuarên wê heye ku dikare vê yekê bike. Hevdengiyek heye ku Fransayê amadebûba xwe pêşan daye bike. Ew der ew cih e ku em dixwazin qotiya reş jêre bê şandin, daku bilez zanyariyên rast li ser bên komkirin û loma jî daxwazê ji Îranê dikin li ser vê yekê hevra bin.”

Îran daxwaza Justin Trudeau ya ji bo radestkirina du qotiyên reş red dike û dibêje, ew bi xwe guh li rekorda dengî ya wan sindoqan digrin.

Berpirsên bilind ên Îranê heta niha hincetan bo xistina xwarê ya firokeya Ukraynayî tînin û dibêjin, ji raya giştî re eşkere kirine ku firoke bi mûşekê ketiye xwarê.

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf ragihandiye: “Eger temaşeyî rewşa wiha tevlîhev bikî, buyer gelekî zû hat eşkerekirin ji ber buyer hene du sal heta 10 sal pê diçe, xelk derbarê wan de tiştekî nizanin û kes jî berpirsyariyê hilnagire. Loma hêzên me yên serbazî wêrek bûn ku zû berpirsyarî hilgirtin.”

Îranê dest bi radestkirina termên qurbaniyên firokeya Ukraynî kiriye û li Afganîstanê jî destpêka vê hefteyê di merasîmeke leşkerî de termê wî ciwanê 19 salî bi axê hat spartin ku 8ê vê mehê bi mûşekekê ligel 175 kesên din dawî li xewnên wan hat anîn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.