1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îran: Tenê di rojekê de 85 kesên din bi sedema Koronayê mirin
Îran: Tenê di rojekê de 85 kesên din bi sedema Koronayê mirin

Îran: Tenê di rojekê de 85 kesên din bi sedema Koronayê mirin

A+A-

Li Îranê 85 kesên din bi sedema vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên ku heta niha li wî welatî bi vê vîrusê canê xwe ji dest dane, gihîşte 514 kesan.

Wezareta Tendirustiya Îranê îro 13ê Adarê amarên nû yên kesên tûşbû û qurbaniyên vîrusa Koronayê belav kir.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê, Kiyanûş Cehanpûr di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê aşkere kir, ku ji duh ve heta îro 85 kesên din li seranserê Îranê bi sedema vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest dane.

Kiyanûş Cehanpûr diyar kir, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha bi sedema vîrusa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dane, bo 514 kesan bilind bûye.

Bi gotina Cehanpûr 1289 kesên din li seranserê Îranê bi vîrusa COVID-19 ketine û hejmara giştî ya kesên tûşbû li wî welatî niha gihîştiye 11 hezar û 364 kesan.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê herwiha destnîşan kir, ji destpêkê ve heta niha 3 hezar û 529 kes jî ku tûşî vîrusa Koronayê bibûn, baş bûne û û nexweşî bi wan re nemaye.

Kiyanûş Cehanpûr da zanîn, ku rêjeya herî zêde ya tûşbûnê ji duh ve heta îro li Tehranê bi 303 haletan, Mazenderan bi 192 haletan, Isfehan bi 110 haletan, Xorasana Rezewî anku Meşhed bi 110 haletan û li Tewrêzê bi 97 haletan hatiye tomarkirin.

Li gor amara nû ya Wezareta Tendirustiya Îranê, 82 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hatine piştrastkirin.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê ragihand, ji duh 12ê Adarê ve heta îro danê nîvro li Loristanê 25 kes, Sine 9 kes, Kirmaşan 15, Îlam 8 û li parêzgeha Urmiyê jî 25 kesên din bi vê vîrusê ketine.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.