1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îran: Siûdiye Mekkeyê bo armancên xwe yên siyasî bikar tîne
Îran: Siûdiye Mekkeyê bo armancên xwe yên siyasî bikar tîne

Îran: Siûdiye Mekkeyê bo armancên xwe yên siyasî bikar tîne

A+A-

 Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniya dawî ya Lûtkeya Mekkeyê red kir û naveroka wê ya li dijî Îranê weke tometên bêbingeh bi nav kir. Îranê herwiha “pêngavên Siûdiyê di bikaranîna rewşa civîna serkirdeyên welatên îslamî li Mekkeyê li dijî Tehranê” jî şermezar kir.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî ragihand, Komara Îslamî ya Îranê ji wê yekê piştrast e ku ev daxuyanî nêrîna rasteqîn a hemû endamên vê lûtkeyê nîne û got: “Erebistanê meha Remezanê û cihê pîroz ê Mekkeyê ji bo armancên xwe yên siyasî bikar aniye, li cihê ku derfeta Roja Cîhanî ya Qudsê û civînê bikar bîne ji bo ridbûna li ser mafên gelê Felestînê, lê belê berdewamî bi rêyeke şaş dide, di çêkirina nakokiyên navbera welatên îslamî û navçeyê de , ku ev yek xwesteka rejîma sehyûnî ya Îsraîlê ye.”

 

Mûsewî hewlên Siûdiyê yên ji bo yekxistina nêrîna welatên cîranê Îranê û welatên erebî, weke berdewamiya van “rêkarên bê encam” bi nav dike, ku bi gotina wî “Amerîka û Îsraîl wan rêkaran li dijî Îranê bikar tînin.”

 

Bi gotina Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, “armanca dîrokî ya rejîma sehyûnî ya Îsrîalê ev e ku welatên îslamî û erebî dijminê xwe yên sereke ji bîr bikin û mijûlî xwe bin.”

 

Lûtkeya welatên îslamî û erebî bo dema 2 rojan li bajarê Mekkeyê li Erebistana Siûdiyê hat lidarxistin û têde metirsiyên aloziyên navbera Amerîka û Îranê bo ser Rojhilata navîn hatin gotûbêjkirin û nirxandin.

 

Di daxuyaniya xwe ya dawî de Lûtkeya Mekkeyê piştevaniya xwe bo helwest û pêngavên Amerîkayê yên li dijî Îranê û bi taybet bernameyên etomî û mûşekî yên Tehranê ragihandiye û tekez dike: “Ev lûtke piştevaniya xwe bo pêngavên Amerîka yên li dijî Îranê, weke rûbirûbûna bernameyên mûşeî û etomî yên wê, çalakiyên Îranê yên li dijî seqamgîriya li navçeyê, piştevaniya Îranê li terorê û herwiha rûbirûbûna Amerîka li dijî çalakiyên Hizbullaha Lubnanê, Supaya Pasdaran a Îranê, çekdarên Hûsî yên Yemenê û hemû grûpên terorîstî nîşan dide.”

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.