1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îran pabendbûna bi çend xalên rêkeftina atomî radiwestîne
Îran pabendbûna bi çend xalên rêkeftina atomî radiwestîne

Îran pabendbûna bi çend xalên rêkeftina atomî radiwestîne

A+A-

Biryarên Encûmena Asayişa Îranê yên derbarê rêkeftina atomî ketin warê bicihkirinê û ji îro ve Îran pabendbûna xwe bi çend xalên rêkeftinê radiwestîne.

Jêderekî ji Ajansa Atomî ya Îranê ragihand, li ser biryara Encûmena Asayişa Netewî ya Îranê, Îran pabendbûna xwe bi çend xalên rêkeftinê radiwestîne.

Ev di demekê de, roja 8ê Gulanê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ew ji beşek ji rêkeftina etomî ya bi welatên rojava re vedikişin û heger daxwazên wan neyin bicihkirin, dê ji tevahiya rêkeftinê vekişin.

Herwiha Rûhanî moleta 60 rojî dabû welatên Ewropayê, ta pabendî bi tevahiya bendên rêkeftinê bibin.

Ji bo wê mebestê jî Hesen Rûhanî ragihandibû, Îran êdî ava giran û Uranium a ji Îranê zêde nafiroşe.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.