1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îran huşyariyê dide Amerîka
Îran huşyariyê dide Amerîka

Îran huşyariyê dide Amerîka

A+A-

 

 

Rêxistina Enerjiya Atomê ragihand ku eger Amerîka peymana nukleerî betal bike, Îran dikare di nava 5 rojan de dewlemendkirina ûranyûmê dewam bike.


 

Îro, Sêşemê 22.08.2017 Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê yê Îranê Elî Ekber Salihî di kongreyeke rojnamevanî de wiha got: "Eger em bi biryar bin, herî zêde di nav 5 rojan de li Fordoyê (santrala nukleerî) sedî 20 ûranyûmê dewlemend bikin."

Herwiha got jî:"Ji ber ku me gelek hewldan ji bo peymana JCPOAyê (peymana nukleerî) da, em jî naxwazin tiştek wiha rû bide."

Hefteya borî Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî gotibû ku, "Eger mueyîdeyên Amerîkayê dewam bikin, din av çend saetan de dibe ji peymana nukleerî ku di sala 2015an de hat imzekirin bi cihbihêlin."

 

 

basnews

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.