Îran: Em ê tola pasdaran hilînin
Serokê pasdarên Îranê gefa tolhildanê da li dijî Erebistana Saudî û Îmaratê, li dor êrîşa xwekujî ya vê heftê ku di encamê de 27 endamên pasdaran hatin kuştin.
General Mihemed Elî Jaaferî di merasîmên binaxkirina kuştiyan de idîaa kir ku Amerîka û Îsraîlê ferman daye Erebistana Saudî û Îmarataê ku wê êrîşê pêk bînin, lê wî ti belge pêşkêş nekirin.
Ajansa naskiri ya ser bi Spayê Pasdarên Îranê Tasnîmê îro şemiyê ji ser zimanê Jaaferî ragihandiye ku dibêje: “Emê bê guman heyfa xwe hilînin.”
Tê zanîn cudaxwazên Balûç rêxistina bi navê Ceyşul Adil berpirsiyariya êrîşa roja çarşemê ragihandibû.
Êrîşê li dijî endamên firqeya nobedarên Îmam Huseyn bû, ku wê roleke girîng di şerê salên 1980î yê Îran û Îraqê de lîstiye.
Jaaferî got Îran çavlirê ye ku Pakistan jî gurûpê ceza bike û eger neke, wê demê wê Îranê gavên pêwîst bavêje.
Wî hêzên ewlekariya Pakistanê bi piştgiriya êrîşkeran tawanbar kir û got hikûmeta Pakistanê dizane gurûp li ku ye.
Di êrîşa roja çarşemê de zêdetir ji 40 pasdarên Îranê li Eyaleta Sistan- Belûcistanê hatibûn kuştin.
Basnews
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.