1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Îhsan Arslan: Prosesa çareserkirina pirsgirêka kurdî dest pê kiriye
Îhsan Arslan: Prosesa çareserkirina pirsgirêka kurdî dest pê kiriye

Îhsan Arslan: Prosesa çareserkirina pirsgirêka kurdî dest pê kiriye

A+A-

Parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekirê Îhsan Arslanî bi daxuyaniyekê ragihand ko dê ji bo çareserkirina pirsgrêka kurdî hin pêngavên giring bên avêtin. Îhsan Arslanî diyar kir ko hêdî li vî welatî tehemila ti kesî ji bo bedeldayînê nemaye.

Îhsan Arslanî piştî civîna bi hin rayedarên saziyên dewletê, akademîsyen, parlamenter û rojnamevanan re got ko pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdî dest pê kiriye û dê hin pêngavên giring bên avêtin û bal kişand ser minaqeşeyên li ser vê meseleyê û got:

— Pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdî dest pê kiriye. Divêt bêt zanîn ko êdî li vî welatî tehemila ti kesî ya bedeldayînê nemaye. Ji ber vê yekê jî dê serî li çareyên ko heta nuha nehatine ceribandin, bêt dayîn. Hemî sazî û dezgehên me di pêvajoya heyî de, gihîştine qeneteke mişterek û li ser tedbîrên nû disekinin. Ev mitabeqet jî dê rê û olaxên ko heta niha nehatine ceribandin biceribîne.

Parlamenterê kurd yê bi ser AKP-ê Îhsan Arslanî hin ji pêşniyarên xwe yên di vî warî de weha desnîşan dike:

Divê hin sloganên wek “Dilşad ew kes e ko bêje ez tirk im - Ne Mutlu Türküm Diyene” ko li dever û çiyayên herêmê hatine nivîsandin ji bo tedbîrên di warê civakî de bên rakirin. Ev slogan, wextê xwe de bi fermana berbazekî leşkerî hatine nivîsandin û îro jî bi fermana berbazekî dikarin bên rakirin.

Navên gundan yên kurdî ko hatine guhertin bêyî ko di qanûnan de guhertin bê çêkirin, bi talîmata rayedarê bajêr, dikare çareser bibe.

Di televizyonên taybet de, kurdî dikare serbest bibe.

Em daxwaz dikin ko sîstema korucîtiyê bê îslah kirin; beşek ji wan bên bêçek kirin, beşek din bên teqawid kirin û yên mayî jî, dikarin di dezgehên din de bên bi cîh kirin.

Mehkûmên nû dê li cem Abdullah Ocalan bên bi cîh kirin. Pilanek di vî warî de jixwe ji berê ve heye. Dê li girava Îmraliyê jimara mehkûman bê zêde kirin.

Bi Partiya Civaka Demokratîk – DTP-ê re mitabeqeteke zimnî şert e. Bi zordayîna yekalî ti pêşveçûn pêknayên. Ger hebûna DTP-ê li ber çav neyê girtin, ti pêşketin çênabe. Heta ji aliyê DTP-ê ve neyê qebûl kirin, tesîra tu pêngavek li ser aliyê din çênabe.

Ew kesên ko ji hemwelatiyê hatine dûr xistin û tevlî bûyereke xwînê nebûbin, divê ji bo van kesan rê bê vekirin da ko vegerin welatê xwe. Ev yek dîtinên min yên şexsî ne.

Îhsan Arslanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ko dê pêngavên nû bên avêtin û weha got:

— Herçend ji bo avêtina van pêngavan nuha teqwîmek nîne jî, lê tê gotin ko fersendeke baş heye. Tiştên ko ez dibêjim, dê li pişt deriyên girtî bên minaqeşe kirin û gav bi gav dê bi vî awayî mesafe bê girtin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.