1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Huawei bi qasî 3 milyar dolaran weberhênanê li Îtalya dike
Huawei bi qasî 3 milyar dolaran weberhênanê li Îtalya dike

Huawei bi qasî 3 milyar dolaran weberhênanê li Îtalya dike

A+A-

 Kompaniya Huawei ya Çînê ragihand, ew amade ye ku heta sala 2021an, bi qasî 3 milyar û 100 milyon dolaran weberhênanê li Îtalyayê bike, û bi hezaran derfetên kar peyda bike.

 

Ragihandina Kompaniya Huawei piştî twanbarkirina wê ji aliyê îdareya Trump ve hat, ku Trump gotibû danûstandinên Huawei li gel îstîxbarata Çînê hene.

 

Li gorî rojnamaya Wall Street Journal a amerîkî, daxuyaniya Huawei piştî ragihandina helwesta Amerîkayê hat ku tekezî li ser wê yekê dike, dê bi sedan karmendên wê kompaniya Çînî ji kar bêne dûrxistin.

 

Birêvebirê Giştî yê Huawei yê liqê Italyayê, Tomas Miyaw di konferanseke rojnemevanî de li Mîlano ragihand, di salên bihê de, ew dê bi qasî 1.9 milyar dolar di amûran de, û 1.2 milyar dolar di karên bazarkirinê de, û 52 milyon dolar jî di lêkolîn û pêşxistinê de, weberanînê li Italyayê bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.