1. HABERLER

  2. EDİTÖRDEN

  3. Hîvîya me ew e ku îd bibe sebebê rawestîneke Îbrahîmî
Hîvîya me ew e ku îd bibe sebebê rawestîneke Îbrahîmî

Hîvîya me ew e ku îd bibe sebebê rawestîneke Îbrahîmî

Cejna we pîroz be. / Ûfkumuz Xeber

A+A-

 

Em gaveke wisa dijîn ku Îbrahîm Pêxember xwastiye Îsmaîlê xwe bike gorî-qurban û di wê îmtîḥanê de serfiraz bûye û ew awa jî li ba muslimanan bûye îbadet.

 

Ev awa tîna bîra me ku jîyan ji bo Xwedê ye ji bo berpêçûnê ye û eger bivê divê em karibin ji bo wî dev ji hemû ḥezkirîyên xwe jî ber ‘din.

Ḥec; navê rawestîneke Îbrahîmî ye ku mirov ji hemû sifetan dûr dikeve û dikeve nava îḥrama sipî. Ḥec; şîyarbûneke li dijî sextekarîyên şeytanî yên li ser rêyên me yên xwegihandina Xwedê bicîhkirî ye û şîyarbûnek e.

Wek di çendîn nirxên me de, nexweşîneke me di têgihîştina vê îbadeta me de jî heye. Veguhestina îbadeta ḥecê bi geşteke tûrîstî û digel ku bi milyonan kes vê îbadetê pêk tînin jî di jîyana wan de neguherîna tu tiştekî rewşa me eşkere dike.

îbadetê me, ramanên me bi awayê şeklî û canî me pak nake. Nirxên me yên me hundirê wan vala kiriye me nake mu’mînekî gihîştî-kamil.

Bi milyonan musliman di vê çerxa zemanê pêroz de li axa pîroz û bi sed milyonan musliman jî li welatên xwe vê dema îstîsnaî dijî. Ḥeywan tên gorîkirin, mirov diçin serdanan. Li Erefatê ḥecîyên li weqfeyê radiwestin bi şêrînayîya tobe û diayê diḥisin.

Di seransarê salekê de, hindik be jî, zemanên weha êşên me bi me didin jibîrkirin. Çendîn musliman di fetlanok û zîvranokên herî xerab ên tarîxa axa me de dibuhurin. Li Îraqê, li Sûrîyeyê, li Efẍanistanê, li Kurdistanê û li çendîn herêman pevçûnên hundirî hene û ev awa dibin sebebê mirinên sivîl. Têkçûna psîkologîk, qedîna me ya xuyayî û bêvîyanîya-bêîradebûna ku ev awa disipêrin me dora me pêçane.

Em di van rewşan û rewşa teslûmbûnê de demsaleke ḥecê dibuhurînin. Hîvîya me ew e ku ev geşta ku bi milyonan musliman ji bo pêkanîna îbadetê ji mal û warê xwe derketine veguheze ser îbadeteke berra ya ḥecê. Em hîvî dikin ku ev rêwîtî û îbadet bibin sebebê kêmkirina êşîkên me û rawestîneke birûmet.

Diaya me ew e ku em bibin navgînê azbateke-nesleke ku wek Îbrahîmî li dijî Nemrûdan rasterast raweste-bisekine û rastîyê qîr bike.

Em wek famîleya Ûfkumuz Xeberê, îbadeta ḥecê û cejnê, bi hîvîya hatina biratîya ummetê, zanînê û edaletê pîroz dikin. Hîvîya me ji Rebbê me ew e ku ji bo xatirê vê dema pîroz ji birayên me yên musliman û hemû mirovahîyê re ji qatê xwe alîkarîyê bişîne.

Cejna we pîroz be. / Ûfkumuz Xeber

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.