1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. HINEK WELATÊN AVRUPAYÊ DÊ FILÎSTÎNÊ WEKE DEWLETEKE SERBIXWE BINASIN
HINEK WELATÊN AVRUPAYÊ DÊ FILÎSTÎNÊ WEKE DEWLETEKE SERBIXWE BINASIN

HINEK WELATÊN AVRUPAYÊ DÊ FILÎSTÎNÊ WEKE DEWLETEKE SERBIXWE BINASIN

A+A-


Piştî biryara Qudusê ya Donald Trump hinek dewletên Avrupayê dê Filîstînê weke dewleteke serbixwe binasin.

 

Barbara Susnîk, Balyoza Mazin ya Slovenyayî ya Îsraîlê got: Welatê min dê di wextekî nêzîk da ji bo nasîna Filîstînê reya xwe bide.

Barak Ravîd nuçegihanê Qenal 10'ê yê Îsraîlê got: Çav lêye ku Slovenya li hemberî biryara Qudusê ya Donald Trump di heftiyên pêşya me da Filîstînê weke dewlet binase. Hitîmal heye ku 3 welatên din yên Avrupayê Filîstînê binasin.

Hikimeta Slovenyayê mesele anî parlementoyê. Di 31 ê vê heyvê da Komîteya Karên Derve ya Parlementoyê dê reya ewilkî bide.

Ravîd dibêje Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê xwast Slovenyaê ji vê meselê vegerîne lê heyva bê Slovenya dê Filîstînê weke dewleteke serbixwe binase. Berbirsên Filîstînî jî dibêjin ji bilî Slovenyayê Luksemburg, Îrlanda û Belçîka jî dê Filîstînê binasin ku ew welatene Endamên Yekîtiya Avrupayê ne.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

                       

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.