1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hin tiştên ku em û Tirkîyeyê li serê wek hev nafikirin hene
Hin tiştên ku em û Tirkîyeyê li serê wek hev nafikirin hene

Hin tiştên ku em û Tirkîyeyê li serê wek hev nafikirin hene

A+A-

 

James Mattis (Ceymis Metîs)-ê Wezîrê Parastina DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) piştî ku bi hevkarê xwe Nûrettîn Canîklî re axaft li Brûkselê raveyekê kir. Mattisî got “Rêyên têkilîkirina bi Tirkîyeyê re vekirî ne. Ez difikirim ku em di cîhekî de gihîştine hev, tevlî heman awayî hin cîhên ku em û Tirkîyeyê wek hev nafikirin hene”.

 

Mattis-ê li Brukselê piştî kombûna Wezîrên Parastinê yên NATOYÊ di kombûna rojnamegerîyê de axaft da xuyandin ku ‘li ser endîşeyên rewa yên ewlehîyê DYE li kêleka Tirkîyeyê ye’.

‘EM JI BO BIÇAREKIRINA ENDÎŞEYÊN REWA YÊN EWLEHÎYÊ KAR DIKIN’

Wezîrê Parastina DYyê da xuyandin ku ‘Dan û standinên bi Tirkîyeyê re li ser hîmê durustî û eşkerebûnê’ ye û ‘mebest, bi rêya Milletên Yekbûyî çaredîtina mijara Sûrîyeyê’ye û got “em ji bo çaredîtina ji endîşeyên rewa yên parastinê kar dikin”.

EZ DIFIKIRIM KU EM Dİ CÎHEKÎ DE GIHÎŞTİNE HEV, TEVLÎ HEMAN AWAYÎ HiN CÎHÊN KU EM Û TIRKÎYEYÊ WEK HEV NAFIKIRIN JÎ HEN

Mattis got divê DYE û Tirkîye dan û standina eşkere û durust bi rê ve bibin; “Rêyên me yên dan û standina bi Tirkîyeyê re vekirî ne. Ez bawer im me zemîneke hevpar dîtiye bi heman awayî hin cîhên ku em û Tirkîyeyê wek hev nafikirin hene. Carna şer, ji bo bijartina me bijareyên neqenc dide me”

‘DÊ JI PROSEYA CENEVê RE BI VÎ AWAYÎ ÇARE NEYÊ DÎTIN’

Mattîs bi vî awayî axaft: “Danzanîn û zanyarîyên wezîrê parastina Tirk daye 29 welatan hê dewam dike. Em ê ji bo dîtina rêyên hevkarîyê karê xwe dewam bikin. Lêbelê dê ji Proseya Cenevê re bi vî awayî çare neyê dîtin.”

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

                  

Etiketler : , , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.