1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Hilbijartinên belediyeyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê
Hilbijartinên belediyeyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê

Hilbijartinên belediyeyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê

A+A-

Di dawiya heyva adara vê salê de dê dengdan ji bo serok û meclisên belediyeyan li Tirkiyê û li herêma Kurdistanê pêk were. Di nava kurdan de li herêma kurdan, du partiyên bi navê kurdan û ji bo kurdan dê beşdariyê di vê dengdanê de bikin.

Helbet du partiyên bi du navên cuda û bi du siyasetên cuda beşdariya vê degdana ”bi taybetiyên mezin” xemilandî û bi hinek ”pîvanên nuh” yên ko ji kurdên vê herêmê re gelekî biyanî ne û hê nehatine nas kirin, li hemberî dewleta tirk ya ko gelê kurd ji ”wêjaya fermî” avêtiye, serê xwe hildane û gav bi gav ber bi ”bidestxistina mafên netewî” yên gelê kurd ve bi rê ve diçin.

Partiya Hak-Parê ya ko cara yekem e di dengdanên herêmê de beşdariyê dike, bi daxwaza çareseriya formê ”federalîzmê”, bi şêweyê demokrasiyek wek ko li hinek welatên Ewropayê heye û bêyî şerê çekdarî li dijî dewleta Tirkiye, lê di nava sînorên dewleta tirk ya îro heyî de bi pirensîbên beşdariya wekheviya kurd û tirk bi rê ketiye.

Partiya DTP-ê jî, bi formê bidestxistina mafên kurdan, wekî ko ewropî dibêjin ”mafê mirovan” yan jî awayekî ”otonomiya herêmê” bi ”fermîkirina zimanê kurdî ”, li herêma Kurdistanê daxwazê ji dewleta tirk dike. Helbet daxwaza serbestberdana rêberê PKK-ê û azadiya gerîlayên PKK-ê dikevin nava daxwazên DTP-ê yên herî li pêş û têkoşîna xwe di vî warî de didomînin.

Ez nikarim tevayiya daxwaz û hêviyên van herdu partiyan li vir bi cî bikim. Ew bi xwe baştir dizanin bê daxwazên wan çi ne û dê bi çi awayî têkoşîna xwe ji bo daxwazên xwe bi kar bînîn û bi rê ve bibin.

Lê, divêt ez bêjim ko gelê kurd vê carê li hemberî dewleta tirk li cem hev e, bi hevre ye û gelê herêmê niha ji du alternatîvan dikare ya li gor xwe bigire û ber bi demokrasiya navxweyî ve gaveke baştir bavêje û bi rê ve here. Armanc divê ew be ko bi gelek alternatîvan li hember zordariya dewleta tirk, mafê neteweyê kurd were bi dest xistin.

Divê hemî partiyên kurd rê li ber ”bijartina alternatîvên kurdistanî” vekin û nebin hember li ber vê berferehiya nuh.

Ev yeka pêkhatî divê li her derî û di her cihî de were gotin, nivîsandin û lorandin ko îro roja hevgirtina vî gelî hatiye û divê ev ”hevgirtina bêdeng û bê peyman” bi rê ve here ji bo ko cîhana kerûlal êdî bibihîze ko gelê kurd ji mafên xwe yên çaranûsa xwe, xwe bêpar nahêle û tu gavan jî bipaşve nema tavêje.

Divê ev herdu partiyên ko di dengdanê de beşdar in ji alîgirê xwe re bêjin ko ew ”di hilbijartina alternatîvan de azad û serbixwe ne” û hingê wê were xuya kirin ko ”azadiya navxweyî” li hember zordestiya bi sedên salan, hêza yekem û pîvana yekem e ji bo demokrasiyê.

Demokrasiya ko beşek ji kurdan û piraniya partiyên tirkan pê dirabin û sondên mezin pê dixwin, ne ev demokrasiya ko îro tê gotin û meşendin e. Di demokrasiyên ”rastûdurust” de divê rê li ber alternatîvan neyê girtin, di dewsa wê de divê hebûna alternatîvan were pir kirin ji bo demokrasî bi ser keve.

Dema di vê hilbijartinê de rê li ber alternatîvan vebe, azadiya navxweyî geşûgur bibe, kurdên bakur yên ko ji hev hez nekin jî wê li hember zordariyê bibin hêzên piştgirên hev. Li hember partiyên Tirkiyeyê yên ko li aliyê înkara neteweyê kurd û welatê wan Kurdistanê rawestiya ne, bibin yekdeng û yekalî.

Vê carê kurd li ser dengdanê nekevin pêsîra hevûdu, dê cara bêt yên din jî tevlî vê şahiyê bibin. Bila alternatîvên welatparêziya Kurdistanê pir bibin û şerê navxweyî yên hemî awayan ji nava vî neteweyî bêne rakirin û avêtin.

Hingê wê mirov bikaribin bêjin demokrasî hatiye nava kurdan jî.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.