1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Hilbijartin dê 25-ê tîrmehê çêbin – konferansa kurdî jî dê çêbe
Hilbijartin dê 25-ê tîrmehê çêbin – konferansa kurdî jî dê çêbe

Hilbijartin dê 25-ê tîrmehê çêbin – konferansa kurdî jî dê çêbe

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir ko hilbijartinên parlamentoyê dê 25-ê tîrmehê çêbin û got niyeta wî heye ko konferanseka kurdî ji bo kurdên herçar parçeyan li Hewlêrê amade bike.

Li gor Peyamnêrê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got têkiliyên Kurdistanê yên digel Tirkiyeyê pir baş in û di heqê konferansa kurdî de jî wî got:

— Em dixwazin konferensekê li bajarê Hewlêrê ji partîyên kurdistanî û şexsiyetên naskirî re re amade bikin da gotareka hevpişk ya kurdî bêt dirist kirin û ev gotar jî dê israrê li ser aştiyê bike.

Li Mûsilê ereb dixwazin ko kurd ne şirîkê desthilata wîlayetê bin. Mesûd Barzanî behsa vê helwêsta ereban kir û got:

— Çima ereb li Kerkûkê daxwaza şirîkatiyê dikin lê belê dixwazin li Mûsilê her tişt ji wan tenê re be!

Di heqê hilbijartinên serokatiya Kurdistanê de jî Mesûd Barzanî got ew dixwaze ko parlamento ji bo hilbijartina serokê Kurdistanê ji aliyê xelkê ve qanûnekê derxe û got heger ne wisa be ew careka dî xwe wekî namzet nîşan nade û got:

— Ez dixwazim ko kurd bi xwe û yekser biryara xwe ji bo serokatîya herêmê bidin. Heger ez bizanim ko ez hatime ferz kirin ez ne amade me ko yek rojê jî kar bikim.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.