1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hikûmeta Kurdistanê tê avakirin
Hikûmeta Kurdistanê tê avakirin

Hikûmeta Kurdistanê tê avakirin

A+A-

Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li hev kirin, biryar e Parlamentoya Kurdistanê sibe li ser mijara yasaya serokatiya Kudistanê û destnîşankirina serokê nû yê Herêma Kurdistanê bicive. Serokê piştî ku hat hilbijartin dê ji bo avakirina kabineya nû ya Kurdistanê, serokwezîr erkdar bike.

 

Piştî çend mehan ji hevdîtinên PDK, YNK û Tevgera Goranê yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê, hersê partî gihîştin rêkeftinê. Roja Yekşemê 5ê Gulanê li Silêmaniyê, PDK û YNKê rêkeftina dûmahîkê li ser pêkanîna hikûmetê îmze kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Giştî yê YNKê Kosret Resûl di merasîmekê de rêkeftin îmze kirin.

 

Îro Sêşemê Komîteya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê ji bo amadekirina deqa dawî ya yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dicive û biryar e roja Çarşemê (08.05.2019) Parlamentoya Kurdistanê deng li ser çalakirina posta Serokatiya Herêma Kurdistanê bide û piştî wê jî Serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.

 

Li gorî rêkeftina siyasî di navbera aliyên Herêma Kurdistanê ev post ji PDKê re hatiye veqetandin û berbijêrê wê jî Nêçîrvan Barzanî ye, ku niha Serokê Hikûmetê ye.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê ji Desteya Serokatiya YNKê wê bo postên Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê, Wezîrê Rewşenbîrî,û Wezîrê PlandananêPlandanînê namzedên xwe destnîşan kirine.

 

Endamekî Meclîsa Niştîmanî ya Goranê ku nexwest navê wî were diyarkirin ji Rûdawê re got: “Mesrûr Barzanî dê wekî serokwezîr dest bi kar bike. Zehemt e berî mehekê Mesrûr Barzanî bikare hikûmeta nû ya Kurdistanê ava bike. Çimkî heta niha jî ne PDK, ne YNK û ne me bi temamî namzedên xwe yên bo postan destnîşan nekirine.”

 

Pêşniyara YNKê bû sedem kû nîqaş dirêj bibin

 

Posta cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Goranê hatibû veqetandin, lê YNK li ber xwe da, ku du cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê hebin û yek ji bo wan be.

 

Tê gotin ku di civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Silêmaniyê ligel rayêdarên Goranê  de mijara sereke razîkirina Goranê bû ku pêşniyara YNKê qebûl bike.

 

Heman rayedarê Goranê derbarê vê mijarê de jî wiha got: “Em zextên YNKê fêm dikin. Me ji bo avakirina hikûmeta nû dereng nekeve ew pêşniyar qebûl kir. Goranê careke din di hevdîtina ligel şanda PDKê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de tekezî li paketa çaksaziyan û niştîmanîkirina Hêzên Pêşmerge kir. Ev reformên me destnîşan kirine, eger neyên sepandin, beşdarkirina me ya hikûmetê dê bê encam be.”

 

Li gor agahiyên Rûdawê bidestxistine, Qubat Talebanî dê li ser erka xwe ya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê berdewam be.

 

Herwiha tê gotin ku ji YNKê, Rewas Faîk ji bo posta Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Hamay Hama bo  Wezareta Rewşenbîrî û Derbaz Kosret Resû bo Wezareta Plandananê destnîşan kirine.

 

Gelo Komel beşdarî hikûmetê dibe?

 

Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyîd Elî da zanîn ku wan di civîna PDKê de daxwaz kiriye ku Komela Îslamî ya Kurdistanê jî beşdarî kabineya nû bibe.

 

Derbarê vê mijarê de Parlameterê PDKê Hêvîdar Ehmed jî got: “Di nav partiya me de mijara beşdarkirina Komela di hikûmetê de hêj zelal nebûye. Lê eger Komel beşdar bibe divê hin kursiyên Goran û YNKê ji wan were wergirtin û bo Komela were dayîn. Eger wiha berdewam bike, PDKê ku 45 kursî li parlamentoyê misoger kirine, dê bibe partiya kêmîne.”

 

 Hêvîdar Ehmed herwiha got: “Desteya wezîran ji 24 kursiyan pêk tê. 19 wezaret û 3 wezîrên herêmê. 11 wezaret dê pişka Goran û YNKê bin. Wezaretên din jî dê pişka PDK, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Tirkmen û Mesihiyan be. Bi wî awayî Goran û YNK ku 33 kursiyên wan li parlamentoyê hene, dê ji sedî 45.8 postên kabineya nû werbigirin. Ji aliyê din ve PDK bi serê xwe xwediyê 45 kursiyan e, ji sedî 41 wedigire.”

 

Serokomarê Iraqê dê serdana Hewlêrê bike

 

Endamekî Desteya Rêveberiya YNKê ku nexwes navê wî were eşkerekirin got: “Serokomarê Iraqê Berham Salih dê ji bo beşdarkirina merasîma sondxwarina kabineya nû serdana Hewlêrê bike. Ev yek jî tê wateya ku dilgiraniya di navbera PDK û Beraham Salih de sar dibe.”

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.