1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyan dike serdana Çînê nekin
Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyan dike serdana Çînê nekin

Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyan dike serdana Çînê nekin

A+A-

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir serdana Çînê nekin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku di pêxema parastina welatiyên Herêma Kurdistanê û rêgirî li belavbûna vîrusa Koronayê, ew ji welatiyan dixwazin geştên xwe bo Çînê paş bixin û serdana wî welatî nekin, heta wê dema ku têne agehdarkirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê herwehra diyar dike, Hikûmeta Iraqê vîzayê nade welatiyên Çînê û ji bo heyama 30 rojan, hatina Çîniyan di deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de rawestandiye.

Ew kesên di heyamê 2 heftiyên derbasbûyî de serdana Çînê kirine, rê bi wan nayê dayîn di deriyên sînorî yên Herêma Kudistanê de vegerin nav Kurdistanê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.