1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da: Di mijara petrolê de ti peyman tineye
Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da: Di mijara petrolê de ti peyman tineye

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da: Di mijara petrolê de ti peyman tineye

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî di axaftina xwe de ragihand ku heta niha di navbera Kurdistan û hikûmeta Bexdayê de ji bo petrolê ti lihevkirin tineye.

A+A-

 

 

 

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî di axaftina xwe de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derewand û ragihand ku heta niha di navbera Kurdistan û hikûmeta Bexdayê de ji bo petrolê ti lihevkirin tineye. Ji aliyê Bexdayê ve neşandina meaşên Wezaretên Perwerde û Tendirustî karekî siyasî ye.

 

Sefîn Dîzeyî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heyetên ku ji Bexdayê hatin di nava mehek û nîvê de li Wezaretên Perwerde û Tendirustiyê lêkolîn kirin û hemû lîsteyên meaş ên karmenda hatin kontrol kirin. Heyetê hemû wezîfeyên xwe qedandin."

Dîzeyî di dirêjiya axaftina xwe de ji bo daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû Bexda û Hewlêrê ji bo mijara petrolê li hev kir got: "Herêma Kurdistanê ji bo pêwistiya xwe ji petrola kut ê hilberandin a Kerkûkê wergire pêşniyar pêşkêşî Bexdayê û Bexda jî germ peşwazî kir. Di mijara petrolê de ti peyman tineye."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.