1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ‘Hikûmeta Iraqê dixwaze Herêma Kurdistanê hilweşîne'
‘Hikûmeta Iraqê dixwaze Herêma Kurdistanê hilweşîne'

‘Hikûmeta Iraqê dixwaze Herêma Kurdistanê hilweşîne'

A+A-

 

 

Endamê Polîtbûro û berpirsê YNKê yê li Kerkûkê Aso Mamend di axaftina xwe de ragihand ku tiştê hikûmeta navendî ya Iraqê dike hewldana têkbirina Herêma Kurdistanê ye.

 

Li gor Aso Mamend eger rewşa bajarê Kerkûkê wiha dewam bike, kurd an wê dest bi xwepêşandan bikin an jî dê ji pêvajoya siyasî ya Iraqê vekişin.

 

Berpirsê YNKê yê Kerkûkê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tişta ku niha hikûmeta Iraqê di bin navê destûr û qanûnan de dike hemû dijî rêbazên Destûra Bingehîn in. Erebkirin û şîekirin berdewam e. Em ji rewşa Kerkûkê ne razî ne. Lê mana me ya li wê derê bi biryara serkirdetiya kurd ve girêdayî ye."

Mamend di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "Ne tenê ji bo Kerkûkê, niyeta Bexdayê ew e ku statûye tevahiya Herêma Kurdistanê hilweşîne. Divê hemû partiyên Kurdistanê bi hevkariyeke xurt biryarê li ser Kerkûkê bidin."

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.