1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ḥikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bîrên petrolê biryar stand
Ḥikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bîrên petrolê biryar stand

Ḥikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bîrên petrolê biryar stand

A+A-


Ḥikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bîrên petrolê yên piçûk ên neqanûnî û zirardêrê hawêrdorê hin xebat dan destpêkirin.

 

Encûmena Petrolê û Ẍaza Siriştî ya Herêma Kurdistanê li hewlêra payîtext bi serektîya Nêçîrvan Barzanîyê serekwezîrê kom bû.

Qubad Talebanîyê alîkarê serekwezîrî, wezîrên têkildar û dezgehên têkildar tevlî kombûnê bûn.

Di kombûnê de li ser raporta Wezîrîya Jêderên Siriştî ya wek “li Kurdistanê bîrên neqanûnî yên petrolê zirarê dide ekonomîyê, siriştê û sihheta însanan” hat dan û standin.

Ḥikûmetê gotiye ku di çarçoveya biryara kombûnê de dê Jêderên Siriştî û Wezîrîya Hundirî bi birêvebirîyên wîlayetan re xwe bi rê bixin û li ser wan bîran kar bikin.

Nêçîrvan Barzanî gotiye dê herweha dezgeh û qazî jî vî karî destek bikin.

N. Barzanî got “parastina siriştê û ya canê wetendaşên me mebesta pêşîk a ḥikûmeta me ye, ew berî mijarên ekonomîyê ye.”

♦ufkumuzhaber/Kurdî

       

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.