1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Heyder Ebadî: Nabe xelkê Kurdistanê ji bûdceya xwe bêpar bin
Heyder Ebadî: Nabe xelkê Kurdistanê ji bûdceya xwe bêpar bin

Heyder Ebadî: Nabe xelkê Kurdistanê ji bûdceya xwe bêpar bin

A+A-

Piştî derbasbûna 3 mehan li ser pesendkirina projeyasaya bûdceya 2021 ya Iraqê ji aliyê parlamtoyê ve, hêj jî ti pereyek bo Herêma Kurdistanê nehatiye şandin. Serokwezîrê pêştir ê Iraqê Heyder Ebadî jî dibêje, nabe mijara pişka bûdceya Herêma Kurdistanê tevlî siyasetê bibe û divê pere ji Herêma Kurdistanê re bê şandin.

Herçiqasî bi armanca nehiştina astengan li pêş şandina pişka Herêma Kurdistanê, şandên teknîkî dest bi kar bûn, lê vê jî wiha nekiriye bûdce bê şandin, ku di maddeya 11 a yasaya bûdceya 2021 a Iraqê de amaje pê hatiye kirin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand, nabe nêzîkbûna dema birêveçûna hilbijartinan wiha bike ku xelkê Herêma Kurdistanê ji pişka bûdceyê xwe bêbeş bibin.

Heyder Ebadî got: “Eger hêja bin belê. Wek ku min di sala 2018ê de kir. Min bi tevahî şand, di demekê de hilbijartin li pêş bûn. Eger min li gor berjewendiya siyasî lê binêriya min ew nedişand, lê min ew jibo berjewendiya welat û niştiman şand. Ev welatî ye, divê ez temaşeyî berjewendiya welatî bikim, ne wek berjewendiya xwe. Lewra divê siyasetvan xwe ji vê populîzmê dûr bixin. Ji wan re dibêjim divê li ser bingeha rastiyan hûn têbigihên, ne tenê di çarçoveya siyasî de, rastî ewe ku Herêma Kurdistanê beşekî girîng ji Iraqê ye, û divê çavê me lê be, divê welatî jî hestê bi wê yekê bikin ku beşek in ji Iraqê û Bexda jî girîngiyê bide wan.”

Roja 15 Hezîrana 2021 Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê peywendiyeke telefonî kirin û yek ji wan mijarên ku li ser axivîn bûdce bû.

Li ser bingeha wê peywendiya telefonî, dihat çavrêkirin di dema van herdû hefteyên borî de 200 milyar dînar weke pereyê pêşekî ji Bexdayê bigihiştiba Hewlêrê, lê heta wê dema ku hûrbîniya Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî bi hevahengî ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê temam bibe, lê beşekî zêde ji frakisyonên Şîîe û Wezîrê Darayî yê Iraqê jî li hember şandina bûdceya Herêma Kurdistanê rawestiyane.

Heyder Ebadî dibêje, nabe cudahî bê kirin û pêwîste li bingeha amarên rast bûdce bê şandin.

Heyder Ebadî dibêje: “Di mijara bûdce de eger di bîra te de bê, di dema xwe de min komîteyek şand kurdistanê û hemû zanyarî dane wan, û li ser ronahiya wan zanyariyan min mûçe xerc kir. Ez daxwazê ji her hikûmetekê dikim, ew karê ku wê komîteyê kir hêjî li nivîsîngeha hikûmetê ye. Divê herdû alî bo gihiştina vê encamê alîkar bin. Ez ji te venaşêrim gelek alî li Kurdistanê hebûn zanyariyên girîng dane me, ez ji vê re dibêjim rastî. Eger ji rastiyan birevim û li pey berjewendiyên hizbzî bikevim an berjewendiyên popolîstane, ev yek şaşîtiye. Hûn dizanin hinek Ereb hene hewil didin pişta Ereban bigirin dijî Kurd daku qazancê bikin, hinek kurd jî heman tiştî dikin.”

Bûdceya Iraqê bi 130 tirilyon dînar hatiye danîn, pişka Herêma Kurdisdtanê jî %13.9 hatiye diyarkirin, ku nêzîk 11 tirilyon dînar dike.

Li Herêma Kurdistanê milyonek û 251 hezar û 451 mûçexor hene, ku 751 hezar û 805 kes fermanberên serbazî û sivîl in, 242 hezar û269 kes xanenişînin, bo dana mûçeyê wan bêlêbirrîn pêwîstiya hikûmetê bi 895 milyar dînaran heye.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.