1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hewlêrê karnavala mezin a referandumê dest pê kir
Hewlêrê karnavala mezin a referandumê dest pê kir

Hewlêrê karnavala mezin a referandumê dest pê kir

A+A-

 

Ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, îşev li bajarê Hewlêrê karnavalek bi beşdariya hezaran kesî hatiye sazkirin, ku dê heta derengiya şevê berdewam be.

 

Karnavala piştgiriya ji bo referandumê li Cadeya Îskan a bajarê Hewlêrê birêve diçe û têde hezaran welatî beşdar bûne.

Herwiha di vê karnavalê de, herwiha çendîn berpirsên hizbî û yên hikûmetê amade bûne.

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê roja sêşembiya derbasbûyî ragihandibû, ku propagandatên ji bo referandumê bi fermî ji sêşembî 5ê Îlonê ve dest pê dike û dê 18 rojan berdewam bike û di 22ê Îlonê yanî 3 roj berî encamdana referandumê bi dawî were.

Biryar e, referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlona 2017ê de birêve biçe.

 

 

 

rudaw

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.