1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hewlêr û Bexda rûpelek nû di pêwnediyên xwe de vedikin
Hewlêr û Bexda rûpelek nû di pêwnediyên xwe de vedikin

Hewlêr û Bexda rûpelek nû di pêwnediyên xwe de vedikin

A+A-

Di civîna duh a navbera şanda hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Bazirganî yê Iraqê Mihemed Haşim diyar kir, Hewlêr û Bexda dixwazin rûpeleke nû di pêwnediyên xwe de vekin.

 

Şanda hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh yekşamî 28ê Nîsanê bi armanca çareserkirina kêşe û pirsgirêkan li Hewlêrê civiyan û xalên cihê nakokiyê gotûbêj kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji şanda Iraqê re got, stratejiya Kurdistanê bo çareserkirina hemû kêşeyan, tenê diyalog e. Wezîrê Bazirganî yê Iraqê Mihemed Haşim jî diyar kir, Hewlêr û Bexda dixwazin rûpeleke nû di pêwnediyên xwe de vekin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji şanda Iraqî re ragihand ku danûstandin take rê û stratêjiya Herêma Kurdistanê ye ji bo çareserkirina aloziyan.

 

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser destûra Iraqê kir û got divê nakokî li gorî destûrê bêne çareserkirin.

 

Serokwezîr Barzanî herwiha pesnê rola serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî da û got, wî gavên mezin avêtine ji bo ku nakokiyan çareser bike.

 

Şanda Bexdayê ji wezîrên darayî, plandanîn û bazirganî, pîşesazî, çandinî, serokê banka navendî ya Iraqê û sekreterê giştî yê encûmena wezîran û hejmarek ji şêwirmendên hikûmeta Iraqê pêk hatibû.

 

Wezîrê Bazirganî yê Iraqê, Mihemed Haşim ragihand, Hewlêr û Bexdayê biryar dane ku di pêwnediyên xwe de rûpeleke nû vekin û dixwazin çar salên bê ji bo herdu hikûmetên nû yên Iraq û Herêma Kurdistanê, çar salên bê kêşe û nakokî be.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.