1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hevpeyman: Em ê hêzeke 30 hezar kesî li bakurê Sûriyeyê perwerde bikin
Hevpeyman: Em ê hêzeke 30 hezar kesî li bakurê Sûriyeyê perwerde bikin

Hevpeyman: Em ê hêzeke 30 hezar kesî li bakurê Sûriyeyê perwerde bikin

A+A-

 

 

Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike dê hêzekê bi navê "Hêzên Ewelekariya Sînoran" ava dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) dê fermandariya wê bike.

Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike niha hinek hêzan perwerde dike da ku di bin fermandariya HSDê de bixebite.

Li gorî nûçeya The Defense Postê, Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yê Hevpeymana Navewletî ya li dijî DAIŞê Thomas F. Veale gotiye ku "Hevpeyman niha dixebite da ku Hêzên Ewlekariya Sînoran a Sûrî(HES) damezirîne û perwerde bike. Niha di perwerdehiya destpêkê de dora 230 kesî hene û armanc ew e ku hêzekê ava bikin ku ji nêzîkî 30 hezar kesî pêk were."

HES dê qiraxên herêmên Newala Çemê Firatê, sînorên Iraq û Tirkiyeyê werin bicihkirin ku ji aliyê HSDê ve tên kontrolkirin.

Hêjayî gotinê ye ku berî demekê nûçeyek derketibû ku Amerîka artêşekê li bakurê Sûriyeyê ava dike û navê wê jî dike Artêşa Bakurê Sûriyeyê.

"NE ARTÊŞA BAKUR LÊ HÊZÊN EWLEKARIYA SÎNORAN"

Li gorî nûçeyê, "Hevpeymanê gotiye ku ew têgiha "artêşa bakur" ne têgiheke naskirî û wiha gotiye: "Pêkhateyên etnîkî de li gorî herêmên xwe xizmetê bikin da ku bê misogerkirin ku xelk li nêzîkî cih û warên xwe xizmetê (ya leşkerî) bikin. Lê ev tişt teqez dike ku kurdên ku piraniya niştîcihên bakurê rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, dê xalên kontrolê li dirêjahiya 20 km yên sînorên Sûriye-Tirkiyeyê pêk bînin."

Herwiha Veale gotiye ku leşkerên kurd dê bêtir li bakurê Sûriyeyê bin û yên ereb dê li Newala Çemê Firatê û sînorên Iraqê bin."

Ji aliyê din ve, HES dê ji nêzîkî 15 hezar şervanên HSDê yên bitecrube pêk were û dê 15 hezarên din jî bi perwerdekirin û girtina leşkeran tijî bikin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.