1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hevkarîya Fetḥê ya bi Kurdan re axaftibû: Şertên wan zehmet in
Hevkarîya Fetḥê ya bi Kurdan re axaftibû: Şertên wan zehmet in

Hevkarîya Fetḥê ya bi Kurdan re axaftibû: Şertên wan zehmet in

A+A-

 

Alîyên siyasî yên Îraqê ji bo avakirina ḥikûmetê Kurdan bi alîyê xwe ve bikişînin, ji ber ku rewşa Kurdan di wî awayî de wek kilîlkê ye.

 

Kurd, ji bo tevlîbûna ḥikûmeta Îraqê dixwazin ku rewşa madeyê 140î yê qanûnê esasî yê ku dibêje divê li Kerkûkê û herêmên din ên binakokî lêpirsîn-referandûm were lidarxistin û rewşa budceyê û petrolê werin zelalkirin.

Felaḥ Ḥesenê endamê hevkarîya Fetḥê ji Rûdawê re axaft: “Bi a man, şertên Kurdan zehmet in. Li ser madeyê 140î, Kerkûkê, petrolê û pêşmergeyan dan û sitandinên me dewam dikin.”

Ḥesen got divên hin ji van daxwazîyan li gora qanûnên esasî, hin ji wan jî bi lihevkirinê werin biçarekirin.

Ḥeyder Ebbadî û Muqteda Sedr ji alîyekî ve û Nûrî Malikî û Hadî El amîrî ji bo tevlîkirina Kurdan a hevkarîyên-koalîsyonên partîyên xwe têdikoşin.

Hîvî ew e ku nûnerên Saîrûnê, Nasirê Ḥîkmeyê, Wetenîyeyê û Hevkarîya Hêzên Îraqê di rojên pêş de serî bidin Kurdistanê û bi partîyên Kurdan re bidin û bistînin.

Feysel Îsawîyê endamê Hevkarîya Nasirê got “hemû daxwazên Kurdan qanûnî ne. Lê tiştê hê giringtir ew e ku ji bo daxwazîyan avahîyek were lidarxistin.”

Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanî (YNK) biryarê-qerarê ji bo avabûna ḥikûmeta nû bi hev re tevgerînê dabûn.

Kurd ji 2003ê ve bi şertê pêkanîna qanûnên esasî tevlî ḥikûmetan bûbûn lê tu ḥikûmetek li ser sozê xwe yê pêkanînê nesekinîbû.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

               

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.