1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hêviya Fransa kurd in.. Çekên giran bidin wan
Hêviya Fransa kurd in.. Çekên giran bidin wan

Hêviya Fransa kurd in.. Çekên giran bidin wan

Piştî êrişên Parîsê, Fransa dixwaze qayimtir di şerê li dijî DAIŞê de beşdar be û wê rêxistinê jinav bibe

A+A-

Piştî êrişên Parîsê, Fransa dixwaze qayimtir di şerê li dijî DAIŞê de beşdar be û wê rêxistinê jinav bibe. Berpirsekî fransî jî dibêje, pêwîst e çek zêdetir bigihên kurdan, ji ber ku ji diyar bû ku tenê ew li ser erdê şerê DAIŞê dikin.
Ligel serhildana hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, Fransa di cih de tevlî wê hevpeymaniyê bû û roleke pir bi bandor di wî şerî de list. Fransa piştî êrişên xwekujî yên li Parîs, ku tê de 129 kes hatin kuştin, dixwaze beşdariya xwe di hevpeymaniyê de qayimtir bike.

Parlamenterê Fransa û Serokê Lêjneya Dostayetiya Fransa û Kurdistanê ku Piyêr Luluş ji Rûdawê re ragihand: “Min di civînekê de ligel wezîrê Bergiriyê yê Fransa de jê re got, divê em bilez hizra wê yekê ku çekên giran bidin kurdan, ji ber ku ji me re zelal bû ku tenê kurd li ser erdê şerê DAIŞê dikin.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.