1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 'Hevdîtina heyeta Kurdistanê bi Ebadî re erenî derbas bû'
'Hevdîtina heyeta Kurdistanê bi Ebadî re erenî derbas bû'

'Hevdîtina heyeta Kurdistanê bi Ebadî re erenî derbas bû'

Duhî heyeteke ku ji aliyê Lijneya Bilind a Referanduma Kurdistanê ve hatibû wezîfedarkirin ji bo danûstandinan serdana Bexdayê kiribû.

A+A-

Di heyeta Kurdistanê ya Bexdayê de nûnerê PDKê Dr. Nûrî Şawês, nûnerê YNKê Sedî Ehmed Pîre, nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, nûnerê Yekgirtû Mihemed Ehmed, nûnera kurdên êzidî Viyan Dexîl, nûnerê xrîstiyanan Romyo Hekarî û nûnerê tirkmenan Macîd Bazirgan cîh digre.

Yek ji nava heyete nûnerê YNKê Sedî Ehmed Pîre di axaftina xwe de ragihand ku hevdîtina wan ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi erênî derbas bûye.

Sedî Ehmed Pîre di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me ji Heyder Ebadî re got ku gelê Kurdistanê gihiştiye wê biryarê ku referanduma serxwebûnê bike. Çimkî ji paşeroja xwe ya li Iraqê ne piştrast e. Em hê jî du dil in û ditirsin şer çêbibe. Hevdîtina me pir bi hêvîbexş bû. Ebadî jî got Herêma Kurdistanê xwedan serxwebûna aborî û siyasî ye. Pêşmergeyên wî hene ku ala Iraqê hilnegirtine."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.