1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hersê serok bi Barzanî re di têkiliyê de ne
Hersê serok bi Barzanî re di têkiliyê de ne

Hersê serok bi Barzanî re di têkiliyê de ne

Hersê serokên iraqî Muqteda Sedr, Ammar el-Hekim û Îyad Elawî ji bo avakirina hikûmeteke nû du roj berê di navbera xwe de mutebeqatek îmze kiribûn.

A+A-

 

 

Li gor zanyariyên berdest, Serokê Tevgera Sedr ku pêşengiya Koalîsyona Saîrunê dike Muqteda Sedr, Serokê Koalîsyona Hiqmeta Neteweyî Ammar el-Hekim û Serokê Koalîsyona Weteniye Îyad Elawî du roj berê ji bo avakirina hikûmeteke nû di nav xwe de peyman îmze kiribûn. Hersê serok di avakirina xebatên hikûmetê de bi Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî re di têkiliyê de ne.

 

Rojnameya El Arabiyta di nûçeya xwe ku dispêre berpirsêkî bilind ê Koalîsyona Saîrunê de got: "Sedr, el-Hekim û Elawî di xebatên avakirina hikûmeta Bexdayê de bi Barzanî re di nava têkiliyên nêzîk de ne."

Koalîsyona Saîrun 54, Koalîsyona Hiqmeta Neteweyî 20, Koalîsyona Weteniye 21 û PDKê jî 28 parlamenter deranîbûn.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.