1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Herema Mekkeyê ji bo Hecê tê dermankirin
Herema Mekkeyê ji bo Hecê tê dermankirin

Herema Mekkeyê ji bo Hecê tê dermankirin

A+A-

 Siûdiye amade ye pêşwaziyê li heciyên mala Xwedê bike, lê di jêr tedbîrên tendirustiyê yên dijwar de. Di vê çarçoveyê de karkeran dest bi paqijkirin û dermankirina herema Mekkeyê kirine.

Îsal ji ber belavbûna vîrusa koronayê kêmî 10 hezar kesan ferza hecê cîbicîh dikin, ev jî bo wêya erkê olî yê salane raneweste û hecî jî bi silametî vegerin nav mal û zarokên xwe.

Wezîrê Tendirustî yê Siûdiyê Sarî Esîrî dibêje: “Em piştrast dikin ku hewlên kontrolkirina wê bahorê di asta herî bilind de ne, alavên paqijiyê bo heciyan dabîn dikin, divê maskeyê bikar bînin, divê ji hev dûr bin, rênmayiyên tendirûstî didin wan dema di nav otobusan de ne heta dighin cihê kerentîneyê li Mekkeyê.”

Heta niha tenê hezar hecî gehiştine Mekkeyê, zêdeyî 8 hezar heciyên din di rojên pêş de dighin. Ew kesên îsal hecê dikin, nêzîka ji sedî 70ê wan kesên biyanî yên niştecihê Siûdiyê ne.

Heciyê bi navê Nasir Melîk jî wiha hestê xwe anî ziman: “Nizanim çawa hestê nav dilê xwe bînim ziman, hun bi xwe dizanin hec yek ji riknên Îslamê ye, Xwedê em hilbijartine îsal bibin mêvanê wî.”

Li Siûdiyê zêdeyî 265 hezar pêketiyên koronayê hatine tomarkirin, zêdeyî 2 hezar û 700 kes mirine, 220 hezar ke sjî baş bûne, beşek ji wan kesên îsal ferza hecê cîbicîh dikin, ew in ku ji Coronayê baş bûne, temenê hemû heciyên îsal di navbera 20 heta 50 salî de ye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.