1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Herêma Kurdistanê êrîşa ser balafirxaneya Ebha şermezar kir
Herêma Kurdistanê êrîşa ser balafirxaneya Ebha şermezar kir

Herêma Kurdistanê êrîşa ser balafirxaneya Ebha şermezar kir

A+A-

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrîşa ser balafirxaneya Ebha ya Siûdiyê şermezar kir.

 

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di peyamekê de êrîşa mûşekî ya ser balafirxaneya Ebha ya Siûdiyê şermezar kir û ji birîndarên bûyerê re daxwaza zû başbûnê kir.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em bi tundî êrîşa mûşekî ya roja Çarşamiyê ya li ser balafirxaneya Ebha ya li Şanişîna Siûdiyê şermezar dikin, ku bû sedema birîndarbûna 26 kesên sivîl, û ziyaneke mezin jî gihîşte balafirxaneyê.”

 

Televîzyona Elmesîre ya Hûsiyên Yemenê ragihandiye, çekdarên Hûsî bi 2 mûşekan balafirxaneya Ebha ya Erebistana Siûdiyê kirine armanc. Di encama wê êrîşa mûşekî de 26 kes birîndar bibûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.