1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Herêma Kurdistanê 150 girtiyên Îranî teslîmî Îranê dike
Herêma Kurdistanê 150 girtiyên Îranî teslîmî Îranê dike

Herêma Kurdistanê 150 girtiyên Îranî teslîmî Îranê dike

A+A-

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, nêzîkî 150 girtiyên Îranî li ser daxwaza xwe dê radestî Îranê bên kirin.

Berpirsê pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re, Ebdullah Akreyî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, li gorî rêkeftina navbera Îran û Iraqê ya pevguhertina girtiyan, vê mehê dê derdora 150 girtiyên Îranî, ku li ser madeyên hişber ji aliyê hêzên asayişa Kurdistanê ve hatine girtin û di girtîgehên Hewlêr û Silêmaniyê de ne, dê radestî Îranê bên kirin.

Ebdullah Akreyî her wiha daye zanîn, li hember de 7 girtiyên Herêma Kurdistanê, ku li Îranê girtî ne, dê radestî hikûmeta Kurdistanê bên kirin.

Wî berpirsê hikûmeta Kurdistanê ragihandiye, di nav wan girtiyan de ti girtiyekî siyasî ne, jixwe girtiyên siyasî ti carî nayên teslîmkirin, tenê girtiyên edlî tên teslîmkirin, ew jî bi rizamendiya girtiyan bi xwe tê kirin.

Akreyî aniye ziman ku pevguhertina girtiyan dê li ser sînorê Hacî Omeran were kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.