
"Heqê PKKê nîne Şingalê ji Kurdistanê cuda bike"
Siyasetmedar û rewşenbîrê Bakurê Kurdistanê, Kemal Burkay dibêje, PKKê mafê wê yekê nîne, ku Şingalê ji Başûrê Kurdistanê cuda bike yan jî bazarê bi Şingalê ve bike.
Kemal Burkay herwiha bi pêwîst dizane ku partiyên din ên Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê ne, rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin û nebin sedema serêşiyê ji wan re.
Kemal Burkay îro ji Enqerê ve beşdarî bulteneke nûçeyan a televîzyona Rûdawê bû û derbarê rewşa Şingalê û kar û çalakiyên partiyên din ên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê axivî.
Kemal Burkay ji Rûdawê re ragihand: “Tişteke normal e ku îro li wê parçeyê azad ê Kurdistanê, di rewşeke wiha de, partiyên din ên Kurdistanê li wê derê bimînin û siyaseta bikin”.
Burkay derbarê kar û çalakiyên wan partiyên Kurdistanî de jî ku li ser axa Başûrê Kurdistanê ne, diyar kir, ku pêwîst e ew partî rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin.
Burkay li ser vê mijarê wiha got: “Pêwîst e ew partî rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin û nebin cihê serêşiyê ji wan re, bi taybetî hêzên wan ên çekdar mafê wê yekê nînin ku li Başûrê Kurdistanê bibin û tevli karûbarên wê parçeyê bibin. Eger ew dixwazin xebata çekdarî bikin, divê biçin parçeyên xwe. Divê meseleya sînor jî li gorî yasayên navdewletî li ber çav bigirin”.
Wî siyasetmedarê navdarê Bakurê Kurdistanê, ku ji ber siyaseta û xebata ji bo doza gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, zêdetirî 30 salên temenê xwe bi neçarî li derveyî welat û Ewropayê derbas kiriye, di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir: “Em bi hêviya pêwendiyeke baş a navbera partiyên din ên Kurdistanê li gel Başûrê Kurdistanê û parçeyên din in. Eger ji destê me were em dê alîkariya wan bikin bi rêyên siyasî û dîplomatîk, lê belê nabe ku em tevli karûbarên wan bibin”.
Kemal Burkay herwiha dibêje: “Mixabin, siyaseta PKKê di vê bareyê de ciyawaz e, ew tevli karûbarên Başûr û Rojava û heta Rojhilat jî dibin û serêşiyê ji wan re çêdikin û hincetan li wan digirin. Ev jî karekî baş nîne û ti sûdek ne ji bo PKKê û ne jî jibo parçeyên din ên Kurdistanê û ji bo gelê Kurd bi giştî nîne”.
Derbarê aloziyên çend rojên bihorî yên devera Xanesor a girêdayî Şingalê de jî, Burkay ji Rûdawê re axivî û got: “Mafê ti partiyekê nîne, ku bixwaze Şingalê ji Başûrê Kurdistanê cuda bike, yan bazarê bi Şingalê ve bike. Ew yek nayê qebûlkirin û xizmeta doza netewî nake, bi taybet ku niha Başûrê Kurdistanê kar ji bo serxwebûnê dike. Ji ber wê jî divê kurdên parçeyên dinpiştgirî û piştevaniyê li Başûrê Kurdistanê bikin”.
Kemal Burkay di beşeke din a axavtina xwe de, wê pirsê ji PKKê dike û dibêje: “PKK ti mafeke wê heye ku biçe Şingalê û bêje, ew dever Kurdistan nîne? Ev yek xizmeta kê dike? Xizmeta kurd nake, belku xizmeta Îranê û wan hêzan dike ku li dijî Kurd û berjewendiyên Kurdistanê ne û naxwazin Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve pêngavan bavêje”.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.