1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. HENÎYYE DI MESELA QUDUSÊ DA HIŞYARÎ DA EMERÎKAYÊ
HENÎYYE DI MESELA QUDUSÊ DA HIŞYARÎ DA EMERÎKAYÊ

HENÎYYE DI MESELA QUDUSÊ DA HIŞYARÎ DA EMERÎKAYÊ

A+A-

 

 

Serokê Şaxê Siyasî yê Hereketa Berxwedana Îslamîya Filîstînê (Hamas) bi rêberên herêmê civîna pêk tîne û bala rêberan dikêşe ser plana Emerîkayê ku dixwaze Qudusê ji bo payîtext buna Îsrailê îlan bike.

Ofîsa Henîye ji bo Navenda Enformasyona Filîstînê daxuyaniyek rêkir ku Henîyye bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê hevdîtin pêk anîye. Henîyye di derheqê talukeya Qudusê da agahî dane û gazî kir ku Endamên Teşkilata Yekîtiya Îslamê werin ba hev û meseleyê binirxînin.

Di daxuyaniyê da hate gotin, meseleya Qudusê meseleya hemu misilmanaye û helwesta Emerîkayê dibe ku parçeyekî ‘’peymana sadsalan’’ be.

Di vê navberê da xuya bu ku Serokê Emerîkayê Donald Trump di derheqê barkirina balyozxaneyê ji bo Qudusê agahî daye Serokê Dewleta Filîstînê Mehmud Ebbas.

Îddîaya barkirin balyozxaneyê ji Tel Avîvê ji bo Qudusê bu gengeşiyeke mazin ya dîplomatîk. Ev agahiye ji aliyê Donald Trump ve di telefonê da ji bo Mehmud Ebbas hate gotin. Berdevkê Ebas di derheqê meselê da got: Ebbas Mehmud Hişyarî da Trump ku ev mesele dê bandoreke xirab li ser pêvajoya aşîtiya dinyayê, ewlehiyê û îstikrarê bike. Rojhilatê Qudusê nebe payîtext filîstîn jî nabe dewlet. Em vê biryarê qebul nakin û em bi gel rêberên dinyayê ve di dîyalogê da ne.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.