1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hemwelatiyekî Alman: Koçberan bi xwebexşî alîkariya me kir
Hemwelatiyekî Alman: Koçberan bi xwebexşî alîkariya me kir

Hemwelatiyekî Alman: Koçberan bi xwebexşî alîkariya me kir

A+A-

Li Almanyayê penaber bi awayekî xwebexş gihiştin alîkariya xelkê zirarmendê lehiyê. Muzîkjenek jî ku mala wî di bin lehiyê de maye, kêfxweşiya xwe li hember vê alîkarî û hevkariya penaberan anî ziman.

Li eyaletên Rheinland-Pfalz, North Rhine-Westphalia û Bavaria yên Almanyayê ji ber barana zêde asta avê gelek bilind bû û lehî rabû.

Di encama vê bûyerê de ku mezintirîn karesata lehiyê ya di dîroka nêzîk a Almanyayê de tê tomarkirin, 171 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bajarokê Bad Munstereifel ê ser bi North Rhine-Westphalia jî di bin avê de ma û ziyaneke mezin gihişt wê herêmê.

Mala muzîkjen Bawm a li Bad Munstereifel jî di bin avê de ma û niha hewl dide mala xwe paqij bike.

Bawm ê 69 salî her li wê mala xwe ya li Bad Munstereifel jidayîk bûye û ew dibêje, wî ti caran bîr li karesateke wiha nekiribû ku malên wan di bin avê de bimînin.

Bawm wiha behsa bûyerê dike, “Hemû 30 xulekan nekişand, av ewqas bilind bû ku kevirê mezin deriyê mala min şikand. Dukana bûka min, hemû lehiyê bir, studyoya min hemû wêran bû û tiştek derneket, me hemû avêtin. Kesên ku li vir alîkariya min dikin, tenê 1-2 kesan  nas dikim, yên din xelkê xwebexş in û ev hevkariyeke mezin e.”

Bawm ne av heye û ne elektrîk, li ber mala xwe ya wêran sersam maye, xema wî ya mezin e ew e ku ti bîmeyek (sîgorta) qerebûya nêzikî 300 hezar Euro ziyana lehiyê bo wî venegerîne.

Ev muzîkjen amaje bi wê dike, “Me bîme heye, herwiha me bîmeya karesatên sîrûştî heye, lê qerebûya ziyanana berzbûna asta avê li xwe nagire Wate me bîmeya bahoz, baran, agir… heye, lê dibêjin, `em qerebûya bilindbûna asta avê nakin`, wate divê em bi xwe van ziyanan hemûyan li stûyê xwe bigirin.”

Tevî wê eger bîme jî ziyanên Bawm qerebû neke, hevkariya hevbajariyên wî, taybet jî koçberan bi awayekî xwebexş, cihê dilxweşiyê ye bo Bawm.

Penaberê ji Mûsilê yê bi navê Teha Elyahî û penabera ji Efxanistanê ya bi navê Sîma Musewî, ev 5 sal e li nêzikî mala Bawm dijîn.

Teha Elyahî dibêje, “Ev karesat şer tîne bîra min, ev 5 roj  e li vir im, hewl didim bibim hevkar. Her destek dikare hinek ji vê karesatê kêm bike. Almaniya min jî gelek baş nîne, lê alîkariyê pêwîstî bi ziman nîne, pêwîstî bi dilekî gelek baş e. Nikarim li malê rûnim, ev der jî hevşêweyê şer wêran bûye. Min got, `divê tiştekî bikim û alîkariya vî xelkî bikim.`

Sîma Musewiya penabera Efxanî jî dibêje, “Ev der bajarekî gelek xweş bû, gelek xelkê dilovan heye, min xwest alîkariya wan bikim. Dilê min diêşe ku dibînim çawa wêran bûye, erkekî mirovî ye ku divê alîkar bim.”

Li gor amarên fermî 47 kesan li herêma North Rhine-Westphalia jiyana xwe ji dest dan. Bihêziya lehiyê li hinek navçeyên rojavayê Almanyayê, dîmenên hevşêweyê wêraniya Şerê Cîhanî yê Duyem bibîr dixe. Jibilî wêranbûna xaniyan li vê herêmê, jêrxane piranî têk çûye.

Zêdetir ji 3 hezar kes bi awayekî xwebexş li Bad Munstereifel kar dikin, alîkariya xwarin û kelûpelan ber bi navçeyê ve, berpirs jî daxwaz dikin li çûna kelûpelan, divê alîkariya darayî bigihije ber destê wan.

Şaredara Bad Munstereifel Sabine Preiser-Marian, dibêje, “Destpêkê yekem karê me rizgarkirina jiyana xelkê bû, paşê em gihiştin wê astê ku pêdawîstiyên sereke amade bikin, wek xwarin, av û amêrên pakkirinê û ew ên ku pêwîst e bo vê rewşê. Niha pêwîstiya me bi wê ye ku wan xwebexşan wisa rêk bixin, ku demdirêj hevkar bin. Niha pêwîstiya me bi hevkariya darayî ye ku divê bilez bigihije ber destê me. Me daxwaz ji Herêm û Hikûmeta Federal kiriye û wan jî soz dane.”

Kabîneya Angela Merkel roja Çarşemê kom bû û biryar da bi awayekî bilez bi qasî 200 milyon Euro alîkarî bigihije wan herêmên ziyandîtî.

Biryar e paşê jî 200 milyon Euroyên din di çarçova alîkarî û avadankirina herêmê de bê xerckirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.